AMED
Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) ji bo hatina Enqedeyê vexwendnameyeke ji bo Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah şandibû.
Ebdullah îro ji Deriyê Dirbesiyê derbasî Bakur bû. Ebdullah piştî îro li Mêrdînê bimîne, sibê dê here Amedê bi berendamên Hevserokên Şaredariya Amedê Gultan Kişarak û Firat Anli ligel berendamên şaredariyan ên navçeyan ên BDP'ê re hevdîtinan bike. Her wiha dê Komîsyona Rojava ya KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) jî pêşwazî li Ebdullah bike. Piştî hevdîtinên li Amedê, Ebdullah dê derbasî Enqereyê bibe.