Diyarname
Qedexeya çalakiyên bi kurdî didome. Vê carê biryara qedexeyê ji Tetwanê hat. Lîstika şanoyê ya bi kurdî ya bi navê “Hay Lo Dîsa Tevlihev” bû divê 31’ê mehê li Tetwanê bihata lîstin lê Qeymeqamiya Tetwanê lîstik qedexe kir.
Teatra Mencel ku navenda wê li Wanê ye bi lîstika derketiye tûrneyê. Lîstika bi navê “Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû teksta wê aîdê Claude Magnier e. Lîstika ku Dilawer Zeraq wergerandiye, derhêneriya wê Nazmi Karaman kiriye.
Lîsti piştî 27 û 28’ê mehê ku li Amedê dilîze, divê 31’ê mehê li Tetwanê ba lê Qeymeqamî destûr neda.
Li gor agahiyên ku hatine belavkirin pêşî gotine li navenda çandê pirsgirêkên teknîkî hene, lê piştî amadekar çûne navenda çandê, vê carê gotine, pirsgirêk nîn e, hûn dikarin werin bilîzin. Tam vê demê êdî qeymeqamî ketiye nav tevgerê û lîstik qedexe kiriye.
Van rojan her çalakiyên kurdî qedexe dikin. Konserên Aynur Dogan, Mem Ararat, Kemal-Metin Kahraman, lîstika “Don Kîxot” vê carê *Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû” ket ber qedex yê.
***
Di van rojan de çend çalakiyên hunerî yên hatine qedexekirin:
- Konserên Mem Ararat û Aynur Doganê hatin qedexekirin
- Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
- Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin