Luqman Guldivê
Continuity/Continium ango bê navber, bê qutbûn dewamkirina tiştekî, diyardeyekê yan jî hizrekê. Bi wergera Kurmancî sereqetî, dewamîbûna dikarin li peyvê bên, lê axir ji ber ku ev peyv bi vî halê xwe yê Ingilîzî ji bo gelek argumanên avaker ên teorîk jî hatiye bikaranîn, me destpêk bi wê kir. Lê ev dewamîbûn ne tenê elaqedarî demê ye, ew elaqedarî mekan e jî. Mesela di zimanzaniyê de gava ku behsa dialect continium (dewamîbûna şêwezaran) tê kirin, em bi têgeheke dewamîbûnê re rûbirûne ku îşaret ji hev qutnebûna mekanî dike. Jixwe li gorî vê tegehê, li wî cihê ku dialect continium şikestî yan jî qutbûyî de, sînorên zimanekî divê bên danîn.
Ez serê we bi vê neêşînim. Jixwe, min ne niyet e ku li vir behsa zimanzanî û sînorên zimanan bikim. Lê min dixwest îşaret bi sereqetî yan jî dewamîbûna hizran di helbesta Kurmanciyê de di ser mînakekê re bikim. Mînakeke ku gelekî muhtemel e xwînerên Kurmanciyê aşînayê Feqiyê Teyrana wê û Cegerxwîna wê ne û belkî hinek jê, lê ne gelek jê aşînayê Fêrîkê Ûsivê wê jî bin.
Meseleya ava çemî, diyaloga bi çemî re û teşbîheke hest, hizr û halê mirovî bi herikîn, deng û halên herikîna çemî re. Mînaka Feqiyê Teyran feyza xwe ji rêûresma tesewufê û mîstîzma Îslamî û heta hizrên metafizîk ên beriya wê digire; ango ew teşbîha ji bo pirrpirrînk û findê, diyalogên bi roj, heyv, bê re û heta bi sewal û teyran re jî ji vê rêûresmê ne. Navê Feqiyê Teyran bi tena serê xwe jî bivênevê Nebî Silêman bi bîra me dixe. Em zêde li vir nedin nav lê li lihevçûneke din binihêrin; çawa çemê Fêrîkî li, Ey Xabûr çûye û çawa Ey Xabûr li Ey Av û Av çûye. Li ez vir meseleyê ji tesîr û feyzê û wêde dixwazim weke “continium” fêm bikim. Divê “continium”ê de em bi hizreke bi pirsan daxdayî ya ku dixwaze lihevçûna mirov (bi hest û hizr) û çemî fêm bike dest pê dikin:
Ey av û av ey av û av
Ma tu bi eşq û muhbet î
Mewc û pêlan tavêy belav
Be sekne û bê rahet î
Ji işqa kê her têy û têy
Heta kengê her bêy û bêy
Bo min bêjê heyranê kêy
Da ez bizanim qissetê
Gava em xwe digihînin Cegerxwîn, em dibînin ku pirs cihê xwe ji tesbîtan re dihêlin, pirsa ku dide der jî bêhtir pirseke retorîk e ji bo xwezîpêanîna çemî; pê re eşq şûna xwe ji lêgerîna azadiyê re dihêle:
Pêlan didî xwe, qîr û feryad î
Te jî wekî min divê azadî
Singa vê erdê te çirand bi zor
Nizanim çima tu naçî berjor?
Nizanim çima tu naçî berjor, tu naçî berjor?
Xwezka min bi te bê derd û bê kul
Diji bi şadi bê meji û dil
Tu jî weki min ger bibuna Kurd
Ev xurtiya te dibe kul û derd
Ev xurtiya te dibe kul û derd, dibe kul û derd
Gava em digihîjin Fêrîk, li vir dixwazim li qelsiyeke vê nivîsê mikur bêm, Ey Xabûr a Cegerxwîn di dîwana wê ya sêyem de der çûye, yanî sala 1973´yan. Lê ez nizanim Fêrîkê Ûsiv kengî xwe li ber çemî girtiye. Ez wiha qebûl dikim ku piştî 1973´yan be. Li cem wî pirs jî, tesbît jî êdî bêqîmet dibin. Ya ku li hespê qîmetê siwar dibe, di yekbedeniya çem û Fêrîkî de hatina zimên e û ya tê zimên jî şi´r bi xwe ye, armanca teşbîhê jî êdî digihîje wê qonaxê ku şi´r pê ava bibe, bi heman çarîneya dest pê dike ev şi´r wê biqede jî:
Mîna çem, mîna çem
Her wexta û her dem
Fikira min dikişe
Û dike leme-lem.
Carna tê cîkî rast,
Cîkî dûz kûr dibe,
Û bi nerm, bi hewas,
Hemdê xwe fûr dide…
Carna tê ciyê kevir,
Ciyê xişir
Û zinar,
Dixuşe,
Diqûje,
Û dike zare-zar.
Dewamîbûn çi elaqedarî zemên û çi jî elaqedarî mekên be, îşaret bi beridînê dike, ango li cihê ku yekrengî, li cihê ku monotonî hebe, dewamîbûn çênabe. Li şûna wê wekexweman peyde dibe: wekexweman a monoton û ahenga wê ya mecbûrî ku weke îdeala ku Ormezd afirandî di Zerdeştî û Mîtraîzmê pesnê wê hatiye dayîn, di rastiyê de îfadeya nebûna jiyanê ye. Jixwe di van diyanetên navbirî de jiyan bi hereket, beridîn û guherînê dest pê dike. Hem di mekên û hem jî di zemên de dewamîbûn îşaret bi jiyanê dike, ahenga mutleq a monoton jî îdealeke pesndayîna mirinê ye.
15.10.2018, Yenî Ozgur Polîtîka