Diyarname
Heta niha gelek kesî digot 'Dewleta Osmanî ji bo kurdan Mekteba Eşîran vekiriye'. Lê na. Li ser vê lêkolîner Dr. Alişan Akpinar axivî.
Kovara Kurt Tarihi ev sê meh e mehê li ser mijareke dîroka kurdan gotûbêjek li dar dixe. Gotûbêja dawî êvara 25'ê mehê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi sernavê "Mekteba Eşîran" li dar ket. Gotûbêja ku xwediyê Kovara Kurt Tarihi Dawûd Ozalp bi rê ve bir de Dr. Alişan Akpinar axivî.
Akpinar bi berfirehî li ser dîroka Osmanî serdema Tanzîmatê, serdema Padîşahê Osmanî Abdulhamîd axivî û mijar anî ser Mekteba Eşîran ku mijara rojê bû.
Fikra ku "Osmanî ji bo zarokên kurdan Mekteba Eşîran vekirine" ji aliyê Akpinar ve pûç hat derxistin û rastiya meseleyê raxist ber çavan.
Akpinar ku ji bo lêkolîna xwe li ser bi hezaran belgeyên arşîva Osmani xebat kiriye, bi dorfirehî li ser meseleya Mekteba Eşîran axivî.
Vane hin notên ji axaftina Akpinar:
- Sala 93'yan de ez yekem car ketim Arşîva Osmanî. Ez çawa ketim, ez bi heyecanê ketimb. Ji ber ku Arşîva Osmani ji aliyê dîroka kurdan ve qet nehatibû bikaranîn.
- Di sedsala 18'an de Osmanî berhevkirina bacê bi pereyê pêşin dide hinan ku jêre "îltîzam sîstemî" (pergala îltîzam) tê gotin. Ew kes jî ji bo pereyên dane dewletê zêdetir derxin, her baca zêde dide ser mal û milkên gundiyan. Ji ber vê gundî jî direvin çiyan.
- Di dema Tanzîmatê de eşîr têne belavkirin. Dixwazin eşîrên li dijî dewletê derdikevin bêne belavkirin, parçekirin, lê nikarin. Padîşahê Osmanî Abdulhemîd ji vê dersê digire, ew bi ser wan de naçe, dixwaze zarokên wan bîne Stenbolê perwerde bike, paşê wekî peywirdar bişîne wan deran û bi vî awayî eşîran bi xwe ve girê bide.
- Li gor vê pergalê projeya mekteban tê avakirin lê ne pir, tenê mektebek tê vekirin, ji ber ku gelek bi mesref e.
- Li Stenbolê Mekbeta Eşîran tê vekirin. Zêdetir ji bo zarokên erîşên ereb tê vekirin. Zarokên ereb tîne di van dibistanan de dide xwendin. Zarokên kurdan zêdetir di nav Alaya Hemîdiye de ne. Lê dema ev mekteb vedibe, hin eşîrên kurdan name dişînin, dibêjin çima zarokên ereban perwerde dikin, yên me ne di vê mektebê de ne. Li ser vê yekê çend zarokên kurdan jî digirin vê mektebê.
- Mekteb di sala 1892'yan de (li Akaretlera Beşîktaşa Stenbolê) vedibe, heta 1907'an vekirî dimîne. Tenê agahiyên 7 salên vê mektebê ji bo lêkolîneran vekirî ne, arşîva din hê nehatiye tasnifkirin. Ev arşîv hemû min lêkolîn kir.
- Fikir 'medenîkirin' e. Fikra medenîkirin ji jorde nêrîna desthilatdaran e.
- Dewleta Osmanî ku eşîr ji xwe xeyidandine bi vê mektebê dixwaze wan careke din bikişîne nava xwe û bi vî awayî wan bi xwe ve girê bide. Bi zor nekarî, dixwaze bi perwerdehiyê bi xwe ve girê bide.
- Ger em agahiyên giştî bidin, zarokên di van mekteban de xwendine em dikarin bibêjin sedî 70 zarokên ereb, sedî 20 zarokên kurd, sedî deh jî zarokên arnawûdan in.
- Sala pêşî 55 zarokan digirin mekteba layanî. Zarokên digirin mektebê temenên wan di navbera 12-16'an de ye.
- Ji zarokên kurdan, ji eşîra Cibrî kesek, paşê wekî Xalidê Cibrî navdar dibe digirin mektebê. Ji herêma Zîlanê, Eyub Paşa name dişîne çima ku zarokên wan jî nagirin dibistanê. Ji ber Osmanî naxwaze bi eşîrên kurdan re careke din pirsgirêk derê, dest pê dike zarokên wan jî digire. Her sal 2 kesan digire.
- Di 5 salên pêşî de 3, 5 zarokên kurdan girtine mektebê, di sala 6'an de qet kesek nekirine.
- Ligel ku wê demê hê tirkîtî tune bû jî zarokên tên miheqeq tirkî bi wan didin hînkirin.
- Tanzîmat waliyên biyanî wekî berpirs dişîne herêman, ev yek pirsgirêk derdixe. Abdulhamîd ji vê dersê digire, kesên di van mekteban de xwendine wekî berpirsiyar dişîna û eşîrên wan deran bi xwe ve girê dide.
- Bi ya min Abdulhemîd bi vê projeyê bi ser ketiye ku eşîrên kurdan û ereban bi xwe ve girê dane.
- Paşê, li herêman jî hin dibistan vedibin, eşîrên ku naxwazin zarokên wan ji wan dûr herin dibistanê, dişînin ew dibistanên nêz, êdî rola Mekteba Eşîran temam dibe. Di mektebê de xirecirek derdikeve, vê yekê wekî sedem nîşan didin û mektebê digirin, lê sedema rastîn ne ev e.