Reşo Ronahî
Tenêtî tiştekî çawa ye? Mirov çima û çawa tenê dimînin. Mirovên ku tenê dimînin dikevin çi ruhiyetê? Û filan û bêvan…
Pirtûka Çiya Mazî ya dawiyê bi navê Peyarêk derket. Li binê vî navî navlêkirinek heye ku bi ya min ev yek wekî nav bêhtir li vê pirtûkê tê: Şêwirgeha Tenêtiyê! Ha ev pirtûk ji bo bersivên li jor nîmet e bawer bikin.
Pirtûk ji 7 çîrokan pêk tê û di her yekê de lehengê çîrokê di tenêtiyeke cuda de ye. Kalê min gotinek bi lêv dike carna; “Hêêêêê… Her kes bi derba xwe dizane”. Di vê pirtûkê de jî her leheng bi derba xwe dizane û her leheng bi reseniya derba xwe maye tenê.
Ka hela em li lehengên xwe bişêwirin û “çima”ya û “çawa”ya wan fêr bibin. Lewre nivîskar bê sedem ji bo navê duyêm ê pirtûkê “Şêwirgeha Tenêtiyê” bi kar neaniye.
“Bîracî”: ji der ve, ji dûrî ve bîraciyên kuçeyan ji me re wekî hev xuya dikin. Lê wekî nivîskar li ber çavên me raxistiye divê em bizanibin ku her bîraciyê kuçeyan ji hev cuda ne û belkî her yek xwedî çîrokek xemgîn in. Îcar “Bîraci”yê nivîskarê hêja li kuçeyên Stenbolê bi xwesteka hevpeyvîna rojnamegerekî re rû bi rû ye lê ji rojnameger hez nekiriye, ji ber wê yekê rastî û reseniya xwe ji rojnameger re na lê ji xwendevanan re vedibêje. Em bi vegotina wî têdigihîjin ku “Bîracî” ji ber êşeke kurdewar ketiye kuçeyan û bûye ev kes.
Li Stenbolê kurdên kuçelî gelek in û li kuçeyan bûne wekî ûrê di mejiyê vî bajarî de. Loma nivîskarê hêja her çiqas “Bîraci”yekî ji rêzê anîbe ber çavên me jî ya rast ev mijar mijareke gelek giran û civakî ye.
“Misto”: Di çanda kurdan de mirovên ku li gundan li dû geşta xwe ne tê dîtin. Ev mirov hema li kîjan deverê dibin bila bibin yekî nas hebe (carna nas tunebe jî tişt pê nayê) ji bo têrkirina zikê xwe, xwe dikin bela ew ên nas û ji birçîbuna xwe re çareyek dibînin. Erê em dibêjin civaka me civakeke mêvanperwer e lê mirov derewan jî neke em ji mirovên ku li dû geştê ne aciz in. Hela ku ew geştiyar yekî mîna Misto têra xwe bê fedî û leqleqo be xwediyên malê bêhtir aciz dibin. Lê em qet li sedemê tenêtî û geştiyariya wan nafikirin. Nivîskarê hêja jî azibî û tenêtiya “Misto”, bi qerf bi wî bi xwe dide vegotin.
“Farûqê Hemkê Bedo”: Mijara vê çîrokê revek e. Farûq sedemê êşê li dû xwe hiştiye û rizgariyê di revê de ditiye. Û divê em bizanibin ku ev çîrok jî çiqas çîrokekek şexsî be jî gelek ên wek Farûq hene ku bêveger xwe li Stenbolê girtine.
Nivîskar di vê çîrokê de çarçoveyeke wisa çêkiriye ku bi ya min mijar dikare bibe bingeha romanekî jî. Mirov digerîne nivîskar; geh li Şemrexê, geh li Stenbolê; geh li îro, geh li rojên borî. Û heta dawiya çîrokê jî kelecanekî bêhempa dev ji mirov bernade.
“Mahmûdek Hebû”: Vê çîrokê ji kezeba feodalîzmê xwe gihandiye kezeba kapîtalîzmê. Mahmûd jî wekî Farûq êşên xwe û astengiyên azadiya xwe li dû hiştiye û hatiye Stenbolê. Erê Farûq jî, Mahmûd jî ji ber êşên malî xwe li metropolê girtine lê li Stenbolê cudatiyek heye di navbera wan de. Mahmûd yekî pîr e, tenêtiya wî hem ruhî ye, hem jî fîzîkî ye û çiqas rê derdora xwe nede jî tenêtî gelek zor didiyê êdî. Bi zordayîna hevalê xwe Mahmûd çîroka tenêtiya xwe jî û li gorî xwe çareserkirina tenêtiya xwe jî vedibêje. Ez bawer im şêweyê çareserkirina tenêtiya wî wê hinek we biricifîne û wê hinek we bibişirîne. Nivîskar bi a min ha li wir mohra xwe li çîrokê daye.
“Elîkê Cibo”: Çîroka tenêtiya “Elîk” qirêjiyeke dirokî ye. Nivîskar serpêhatî û raboriya “Elîk”ê fille dîsa li ser axa fileyan bi zimanekî din li ber çavên me radixe, di dawiya çîrokê de dike ku bi xilmaşî “Elîk” vejîne lê… “Elîk” jî wekî “Mahmûd” li gorî xwe ji tenêtiya xwe re çareyek dîtiye. “Malê mino”… Wateya vêya venabêjim, ê de wê jî hûn ji xwe re hîn bibin.
“Rojnamexwende”: Rojname ji bo xwendinê ne gelo? Ku ne ji bo xwendinê bin wê çaxê dê ji bo çi mirov rojnameyan bikirin? Ev pirs ji bo meraqek li ba we çê bibe hatin pirsîn.
Di nav van heft lehengan de tenê ev leheng sedemê vê tenêtiya xwe wek sûcê xwe dibîne. Wekî kirineke xwe mecbûr maye ku xwe tevlî civakê neke. Mekanê îroyîn dîsa Stenbol e. Heta mekanê fîzîkî ji bo kurdan cihekî gelekî nas e; dadgeh e. Lê nabe ez zêde kûr biçim.
“Niqrîskên Gewriyê”: Tenê lehengê vê çîrokê jin e. Jineke li ser peyarêkê… Peyarêk mirovê tenê di qula kîjan derziyan re dibihurînin? Lehenga me piştî hevserê xwe, piştî hezkiriyê xwe li ser peyarêkên bajêr hem raboriyên xwe teze dike, hem jî mixabin birînên xwe kûrtir dike. Leheng, heta li kuçeyê peyvek ji devê zarokekî diniqutîne û pê re ya dilê xwe der dike. Zarokek ji yekî din re dibêje; ez ê te bikujim ha! Lehenga me jî diqulipîne; ez ê te bidim jiyîn ha!
Û peyarêk berê wê didin hezkiriyên wê.
Nivîskarê hêja (ji bo min mamosteyê hêja), di pirtûkên xwe yên “Mijarên Mîqro” û “Bahol”ê de, heta di “Palûte”yê jî (ku ev pirtûk a helbestan e) li ser derûniyê nexşan çêkiribû. Lê wekî ew jî dibêje, ev pirtûk berhema kela wî ya nivîskariyê ya bîst salan e ku bi ser de çûye. Keliyaye keliyaye û bi ser de çûye. Xweşiya tenêtiyê bi we maye tabî lê “… bi pênûsê dipeyive pir caran/ li ser kaxezê alozî” û dinya xwe jî ya me jî diafirîne pirdeng. Bêyî ku şîmaqan li kesên çîrokê bixe.
Pênûsa te her dem ter be nivîskarê ruhan.
Nîşe: Berî ku vê berhemê bixwînin helbesta nivîskar a bi navê “Tenêtî” bixwînin.
Peyarêk / Çiya Mazî / Weşanên Berbang / 95 Rûpel / Stenbol, 2013