Diyarname
Lîstikvan Cristiano Ronaldo ku heta niha qet nehatibû dîtin ku giriyaye, di merasima xelatgirtinê de giriya.
FIFA'yê Xelatên Goga Zêrîn (Balon dO'r) yên sala 2013'yan êvara 13'yê mehê bi merasimekê dan. Lîstikvanê Real Madrîdê yê ji Portekîzê Cristiano Ronaldo xelat girt. Ligel Ronaldo ji Barselona Messi, ji B. Munîhê Ribery berendam bû. Ev 4 sal in Messi vê xelatê digire. Herî dawî Ronaldo di sala 2008'an de ev xelat girtibû û niha bû cara duyemîn vê xelatê digire. Ronaldo dema ji bo girtina xelatê derket ser dikê, hestiyar bû û giriya. Hêstir ji çavên Ronaldo hatin xwarê ku heta niha kesî ew wisa nedîtibû.*
Di şevê de, di warên din de jî xelat hatin belavkirin. Vane xelatên din:
- Xelata Taybet a Balon dO'r: Pele.
- Xelata Ferenc Puskas (a ku didin Gola Xwerî): Îbrahîmovîç. Ew bi gola ku di maça Swêd û Îngilistanê de ji nêzî sehaya navîn avêtibû Îngilistanê bû xwedî vê xelatê.
- Xelata 11'ên herî serketî yên salê (Ji 11'an 5 jê ji Barselonayê ne):
Qelecî: Neuer (Bayern Munih)
Defans: Dani Alves (Barcelona), Sergio Ramos (Real Madrid), Thiago Silva (PSG), Lahm (Barcelona)
Sehaya Navîn: Xavi (Barcelona), Iniesta (Barcelona); Ribéry (Bayern Munih)
Forwet: Messi (Barcelona), Cristiano Ronaldo (Real Madrid), Ibrahimovic(PSG)
- Di beşa mêran de Teknîk Dîrektorê Herî Serketî: Juup Heynckes (Wî par bi tîma xwe Bayer Munih hemû kûpa bi dest xistin)
- Di beşa jinan de lîstikvana herî serketî: Qeleciya Tîma Neteweyî ya Almanyayê Nadine Angerer
- Xelata Play Fair ya FIFA'yê ya 2013'yan: Federasyona Fûtbolê ya Afganistanê. Li ser navê welatê xwe Serokê Federastona Fûtbolê ya Afganistanê Karim Keramuddin xelat girt.
*Bi ya me ji Ronaldo wêdetir Ribery ev xelat heq kiribû. Bayer Munih ku Ribery têde dilîze par hemû kûpa bi dest xistin ku rola Ribery di van de gelek bû.