Diyarname
Fanzîna ji fotografiyê dinizile bi hejmara xwe ya 8'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Di fanzîna vê mehê de Ziya Şeker bi kurmancîya Qirşehîrê gotin biriye ser fotografekî xaltiya xwe.
Di beşa kevnefotoyan de vê mehê sê fotografên Robert Capa hatine weşandin.
Mem Al, bi fotografekî çargoşe behsa xatirxwestinekê dike.
Fatîh Aydin, beşeke din a "Kurtedîroka Fotografîyê" ya Walter Benjamin ji almanî wergerandiye.
Helbest Çetîn bi fotografekî bi navê "Banga Bêdeng", tarîyekê dide ser ronahîya Qerecdaxê.
Di berga paşî ya Flashhilatê de fotoyê Rewşen Ercan bi navê "penaberên ezmana" hatyie weşandin.
Flashhilat ku heta niha di her hejmarê de telîf dida xwediyê nivîs û wêneyan diyar kiriye ku "heta ji vê desttengiyê bifilitin" dê telîfê nedin. Her wiha fanzîn heta niha li Rihayê derdiket ji niha û pêde li Amedê dê derên û êdî dê ji abonetî wêdetir ji ser pirtûkakurdî re belav bikin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
flashhilat@gmail.com