Diyarname
Hefteya borî kurikek ji bo lîstikvana îngilîz Kate Winslet û mêrê wê Ned Rocknroll çêbû û wan navê "Bear" (Hirç) li kurê xwe kirin.
Li gor nûçeya rojnameya îngilîz The Daily Mail lîstikvana navdar ligel mêrê xwe yê sêyemîn Ned Rocknroll zarokek çêkir û zarokê wan hefteya borî hat dinê. Berdevakê Wistlet gotiye ku hem rewşe wê hem jî ya zarok gelek baş e.
Winsleta 38 salî berê bi du derhêneran re, pêşî bi Jim Threapleton û paşê bi Sam Mendes re zewicî bû û ji wan jî du zarokên bi navê Mia û Joe anîbû dinê. Winslet ji mêrê xwe yê sêyemîn zarokê sêyemîn anî dinê.
Winslet ku bi fîlmê "Tîtanîk" hitabû nasîn bi mêrê xwe yê sêyemîn Rocknroll re di sala 2012'yan de zewicîbû.