Diyarname
Di 90 salên Xelatên Oscarê de heta niha qet jinek ji bo xelatê nebûbû berendamê Derhêneriya Dîmenê/ Sînematografî û niha ev yek çêbû. Yekem car jinek di vê beşê de dibe berendam. Derhênera dîmenê Rachel Morrison di xebata xwe ya fîlmê "Mudbound" de bûye berendam. Nayê zanîn dê bi ser bikeve yan na lê berendamên xurt hene, mînak Roger Dekains...
Morrison bi derhêneriya dîmenê ya kurtefî dest bi vî karî kiribû, paşê ji bo televîzyonan xebetî, dûre di salên dawî de bi fîlmên "Dope", "Cake" bal kişand ser xwe û niha bû berendam.
Xelatên Oscarê êvarê 4'ê mehê dê bêne belavkirin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Berendamên Oscarê hatin eşkere kirin