Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (Siyad) 10'emîn Lijneya Xwe ya Asayî li dar xist. Di civînê de rexnegir û nivîskara sînemayê Alin Taşçiyan ji bo serokatiya komeleyê hate hilbijartin. Taşçiyan bû yekemîn jin ku dibe seroka komeleyê.
Di lijneya rêveberiyê de jî Ugur Vardan, Melis Behlil, Deniz Yavuz û Elif Tunca cih girtin.
Di serdema berî vê de serokê komeleyê Tunca Arslan bû. Di lijneya rêveberiyê de jî Deniz Yavuz, Serdar Akbiyik, Senem Aytaç û Melis Behlil cih digirtin.
Li Tirkiyeyê Siyad komeleya rexnegiran a herî ber bi çav e. Siyad her sal xelatê dide fîlmên salê.