AMED
Malbata Şêx Seîd da xuyakirin ku ewê di hilbijartinên herêmî de piştgirî bidin namzetên BDP'ê. Xizmên Şêx Seîd gotin, "Sekna me, tifaq û yekîtiya navbera kurdan e, ku ev yek daxwaz û bendewariya bav û kalên me ye. Namzetên BDP'ê dê di van hilbijartinan de bibin namzetên yekîtiya me."
Xizmên Şêx Seîd her wiha xwestin hevdîtinên bi Ocalan re veguherin muzakereyan û êrîşên li dijî Rojava jî şermezar kirin.
Şêx Ehmed yekane kurê Şêx Seîd, Şêx Feyzî yekane kurê Şêx Abdurrehîm û xizmên Şêx Seîd ên li Erzirom, Elezîz, Çewlik û Amedê li avahiya KCD'ê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û parlamenterên BDP'ê Nursel Aydogan, Husamettîn Zenderlîoglû û Halîl Aksoy amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Berhan Bîlgîn ve hat dayîn.
Bîlgîn bi gotina "Em wekî nevî û xizmên Şêx Seîd Efendî; der barê pêvajoya siyasî ya gelê me dijî de, me pêwîstî dît ku helwest û nêrîna xwe bi we re parve bikin" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku nêzî sed sal in kurd û Kurdistan di bin zext, zordarî, êş û neheqiya hêzên serdest ên cîhanê û rêveberiyên herêmî de ye.
Berhan Bîlgîn da xuyakirin ku têkoşîna maf, azadî, rûmet û edaletê ya gelê kurd gihîştiye asteke girîng û got: "Em şehîdên xwe yên di vê qonaxê de xwedî pareke gelekî girîng e, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."
Bîlgîn bal kişand ser destketiyên kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û destnîşan kir ku piştî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê rûdana pêşketinên li rojhilatê Kurdistanê, asta rêxistinbûyî û yekîtiyê ya gelê kurd a li rojavayê Kurdistanê, pêvajoya diyalogê ya li bakurê Kurdistanê dewam dike, hêviyên wan mezin dike û xwest ev hevdîtinên li bakurê Kurdistanê veguherin muzakereyan.
Bîlgîn got, "Em dixwazin hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên meşandin veguherin muzakereyan" û êrîşên li dijî şoreşa Rojava şermezar kir.
Bîlgîn axaftina xwe wiha dewam kir: "Tifaq û yekîtiya ku pêwîstiya lezgîn a Rojava pê heye, daxwaz û bendewariya me ye. Em destketiyên kurdên li Rojava wekî destketiyên tevahiya gelê kurd dibînin. Em her şêweyên bi navê Îslamê li Rojava li dijî gelê me û hêzên wê yên rewa yên parastin û ewlekariyê, bi tundî şermezar dikin."
Berhan Bîlgîn di serî de Eniya El Nûsra û hemû hêzên pê ve girêdayî bang li hemû hêzên êrîşî Rojava dikin kir ku vê helwesta xwe biguherînin û got: "Bendewarî û daxwaza me ya bingehîn e ku li Sûriyê aştiyeke adil a li gorî hiqûq û mafê her kesî, bi cih were. Di vê xisûsê de referansa me bi aştiya medenî re Hz. Mihammed, bi sekna li dijî Komkujiya Ermeniyan re Şêx Hesen Efendî û Şêx Seîd Efendî, li dijî Komkujiya Dêrsimê Şês Abdurrehîm Efendî û 17 hevalên wî yên li deşta Bismilê gihîştin şehadetê ne. Diayên me ligel gelê me yê mezlûm û hêzên wê yên berxwedêr in."
Berhan Bîlgîn diyar kir ku xebatên Kongreya Neteweyî ji bo tifaq û yekîtiya navbera Kkurdan hêvî dane wan û xwest, ev kongre di kurtedemê de li dar bikeve.
'NAMZETÊN BDP'Ê NAMZETÊN YEKÎTIYA KURDAN IN'
Berhan Bîlgîn anî ziman ku di rewşeke bi vî rengî de ew dikevin pêvajoya hilbijartinên herêmî û got, "Em parçeyek ji kevneşopî û mîsyona ku parastina daxwazên rewa û mafdar ên gelê me ji xwe re wekî pîvan dibînin e. Mîna ku Şehîd Şêx Seîd Efendî gotiye; 'Em ne li destpêk ne jî li dawiya vê tevgerê ne. Em di nav de ne.' Li dijî parçebûnê ji bav û kalên me Şêx Haşim Efendî li dijî parçebûna li Kasr-i Şîrîn rawestiya û şehîd ket, Şêx Seîd Efendî li dijî parçebûna li Lozanê rawestiya û şehîd ket. Ev sekna wan nîşaneyên sekna mînakdar e. Li dijî her şêweyên parçebûnê em îro li vê derê ne. Em bi gelê xwe re ne."
Berhan Bîlgîn got, "Sekna me, li gorî daxwaz û bendewariyên bav û kalên me yekitî û tifaqa navbera kurdan e."
Diyadîn Firat (Berhan Bîlgîn) da xuyakirin ku namzetên BDP'ê dê bibin namzetên yekîtiyê û got: "Namzetên BDP'ê wê di van hilbijartinan de bibin namzetên yekîtiya me. Bi baweriya ku bi xebateke bi hev re emê bi ser bikevin, wan silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Em bang li hemû dostên xwe, hezkiriyên xwe û tevahiya gelê xwe yê bi dilsozî bi malbata me ve girêdayî ye dikin ku bi hemû hêza xwe ji bo vê armancê bixebitin. Bila silavê Xwedê li gel we be. Bila Xweda yar û alîkarê we be."