logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Rewşa romana kurdî

Li gorî dîroka edebiyatê û romana cihanî, roman çîrokeke dirêj e. Ew çîrokeke mîna zincîrê û bûyerên rastîn tê veqatandi

  • Dîrok: 09/01/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Cano Şakir

Li gorî dîroka edebiyatê û romana cihanî, roman çîrokeke dirêj e. Ew çîrokeke mîna zincîrê û bûyerên rastîn tê veqatandin û hunandin. Ew ji hêla mezinahî, pirrengiya karakteran û cihêrengiya bûyeran ve di nava lêgerên romanê de pêk tê. Diyalogên navbera kesan û lehengên romanê, û bûyerên qewimî rêz dibin, û romanê dikin kirasê edebiyata resen.

Lê bi çavekî din ji ber hin têgehên şirovekaran û hin prosedurên edebî di romanê de, karakter û teknîka romanê ji giyan û zimanê helbestê ve tê. Ev jî di nava gelek romanan de diyar dibe ku xwendevan yan jî guhdar elaqedarî mijarên di nava romanê dike. Di nava gelek nivîskarên berê helbest nivîsîne paşê dest bi romanê kirine mirov vê dibîne.

Ji ber vê yekê çêkirina hilbijartina rastîn dide ber çavên xwînêran, yanî xwendevan ji bo wê pir girîng e. Ji bo ku em bigihîjin hilbijartina romaneke rasteqîn divê hevokên ku em di xwendina romanê de rasta wan tên carcaran rastî li ber çavên xwinêran wek sêwirên jiyanê yên mayînde ronî û zelal bin.

Gelê Kurd, piştî dîrokeke edebî ya pir dirêj hin guhertinên ber bi çav di warê edebî de bi xwe re anîn. Ji ber wê, her wiha guhertinên civakî, siyasî û întelektuelî niha û hîna lê diqewimin. Her çiqas romana kurdî nebûye romaneke cîhanî, romanivîskarên kurd, li ser keviyên vê guhertina dîrokî a germ a ku xwe lê digirin, hewlê didin ku rewşa romana kurdî bixin nav bazara wêjeya cihanî. Lê romanivîskar, ew newêrin bikevin nava germahiya dîroka edebiyata cihanî.

Riyeke din, riya ku ew qet nikarin di romanê de baş hilbijêrin heye, ew jî dibe mîna felceke edebî. Heger em hinekî rewşê ji nêz ve bişopînin û lêvekolin, em ê rastî hinek pîvanên ber bi çav werin. Medenî Ferho di şiroveyeke xwe de dibêje, “Ku dîrokek din tê xuya kirin ku şerê di navbera şoreşger û statukoparêzan (qralparêz) de vê îsbat dike, destîniya xwe jî, ya romanê jî diguhere“.

Lê romanivîskarên kurd dîsa wê newêribin bikevin nava vê tevlîheviyê. Howard Fast û Solohov di vê hêlê de mînakên dîrokî ne! Mînaka sêyem jî Vîctor Hugo ye.

Li ser hunera romanê di demên dawî de mijara girêdana romanê bi çîrokê re derdikeve pêş. Helîm Yûsiv li ser danasîna romanê gotiye, “Eger çîrok odeyek be, roman avahiyek e. Tenê kirasê romanê têra bigewdekirina dîmenê serdemekê û xêzkirina wêneyê wê dike. Roman neynika vê serdema me ya tevlihev e.“

Pirs li vir tê kirin, gelo di asta hilberîna edebî ya çîrokbêjiyê de, yan jî asta wan xwendevanên ku bi vê şêwaza edebî re eleqedar dibin û nivîsên nivîskarên wê hilberandî yên ku mejiyê xwendevan dewlemend dike û wan li çand û şaristaniyên din vekirî dike, wê têrê bike? Ji sedî sed, na!

Di nava hemî beşên Kurdistanê de romana dîrokî hîna rûneniştiye, ya rast romanivîskarên kurd zêde romanên dîrokî nanivîsînin, Fêrgîn Melîk Aykoç yek ji stûnên romanê ye ku di dema dawî de romana dîrokî a bi navê Serwerê Med Aştiyago nivîsiye. Ev roman li ser pêşiyên kurd e û behsa dîroka kurdan a kevnar dike.

Fêrgîn Melîk Aykoç wisa şîrove dike: “Romanên dîrokî li ser kesayetî, rûdan, serwer û împaratoriyên dîrokî ne. Her çendî tê de hêza afrînerî ya nivîskar hebe jî, bi giranî li ser rastiyên dîrokî yê bi wê dem û wan kesayetan re têkildar e. Romanên li ser dîrok û kesayetiyên dîroka kurd û Kurdistane nivîsandin gelek dijwar e. Lewra rastiyên dîrokî bi giranî hatine windakirin yan jî belovajîkirin. Divê mirov çîrok, gotinên pêşiyan, mîtolojî û destanên gelê me û qewlên kurdên bi baweriya êzdayetî û yarsanî baş bizane û bi agahiyên dîrokî yê piştê lêkolînên berfireh hatiye bidestxistin re birûberîne, hê binivîsîne. Ev jî dem û bêhnfirehiyê dixwaze.”

Heger em behsa tevna xeyalê di romanê û pirsgirêkên civakî bikin, bêguman em ê vê hêdî derbirînên Fêrgîn Melîk Aykoç  baş ji hev dernexînin.

Da ku em wan pirsgirêkan ji hev derînin û ji hev cuda bikin, em ê dîsa xwe bispêrin dîwarên wêjeya cihanî û ji çanda xwe ya kevnar a çîrokbêjiyê bipengizin û dûr herin.

Di milê din de em dikarin bi hin mijarên dîrokî yan olî re xwe mijûl bikin, ji ber ku ew yek ji wan amûrên herî girîng ê zanebûnê ye. Ji ber wê, di nav me de hîna çanda çîrokbêjiyê li pêş e û ev di nava xebatên romannivîsê dema me ya îro diyar dibe.

07.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Navnîşanên Komîteya Kongreya Neteweyî diyar bûn

ad

'Zilamê Çermê Xwe Difroşe', 'Olu Ekmegî', 'Croodî-2' û yên din

ad

Îtîrafên serçeteyê kevn: Li Cizîr û Sûrê endamên DAIŞ'ê şer dikin

ad

Ji Avestayê pirtûkên li ser Zerdeşt û êzîdiyan

ad

Mîrê kûpaya 2'yemîn ew e

ad

Çalakiyek ji bo Meral Okay û Gundê Matematîkê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname