NAVENDA NÛÇEYAN
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku piştî destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê zêdetirî 47 komên çete êrîşî destkeftiyên herêmê kirine, lewre pêkhateyên herêmê li dijî van yekan hatin cem hev. PYD’ê bal kişand ku di encama van hewldanan de 35 rêxistin û partiyên nûnerên pêkhateyên herêmê û gelek kesayetên serbixwe Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ava kiriye.
PYD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re gelên li rojavayê Kurdistanê êdî rejîma Baasê qebûl nekir û li dijî derketin. Lewre hêzên rejîmê neçar man ji herêmê derkevin. Piştî derxistina hêzên rejîmê, pêkhateyên Rojava xwe birêxistin kirin û hemû saziyên xwe ava kirin. Lê li aliyê din jî komên çete yên li ser navê îslamê tevdigerin, derketina hêzên rejîmê ji xwe re kirin fersend û êrîşî herêmê kirin. Ev êrîşên çeteyan hîn jî didomin. Bi van êrîşên xwe yên ku ji Serêkaniyê destpêkirin û heta Dêrikê dom kirin de, çeteyan welatî bi zorê koçber kirin, malên wan talan kirin, cihên wan ên baweriyê yên wekî mizgeft û dêran hilweşandin, depoyên genim vala kirin. Her wiha li Til Eran û Til Hasil komkujî pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî êrîşa van çeteyan hemû pêkhateyên herêma rojavayê Kurdistanê li hev civiyane û ji bo parastina herêmê danûstendin kirine. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di encama van hevdîtinan de di 12’ê sermaweza 2013’yan de 86 keseyatên nûnerên pêkhateyên herêmê wekî kurd, ereb, çeçen, suryanî, asûrî li hev civiyane.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 86 kesan de nûnerên 35 rêxistin, partiyên siyasî, saziyên civakî, kesayetên serbixwe jî hebûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê civînê de Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî hatiye avakirin.
Di daxuyaniyê de navên rêxistin, partî û saziyên tevlî civînê bûne jî wiha hatin rêzkirin: 1- Partiya Yekîtiya Suryanî, 2 – Yekîtiya Ciwanên Suryanî, 3- Komeleya Çanda Suryanî, 4- Yekîtiya Akademiyên Suryanî, 5- Yekîtiya Jinên Suryanî, 6- Heyet El Tensîq, 7- Koma Netewî ya Suriyê, 8 – Desteya Netewî ya Ereb, 9- Partiya Karê Komunîst, 10 – Partiya Çep a Kurd, 11 – Partiya Demokratî Kurdistan, 12 – Partiya Çep a Demokratîk a Kurd, 13 – Kombûna Niştimaniyên Demokratîk ên Kurd li Suriyê, 14 – Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdî, 15 – Partiya Lîberalî Kurdistan, 16 – Partiya Demokratî Kurd a Suriyê, 17 – Yekîtiya Star, 18 – Înîsiyatîfa Jinên Suriyê, 19 – Hiqûqnasên Rojavayê Kurdistanê, 20 – Desteya Aştiya Navxweyî, 21 – Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), 22 – Rêxistina Şoreşgerî ya Jinan, 23 – Rêveberiya Têkiliyên Dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê, 24 – Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, 25 – Partiya Demokratiya Kurdistan li Suriyê, 26 – Rêxistina Civaka Dewlet û Hemwelatiyan, 27 – Rêxsitina li Dijî Îşkenceya li Ser Jinê ya Sara, 28 – Kombûna Ciwanên Suriya Pêşverû, 29 – Partiya Komunîstî Kurdistan, 30 – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), 31 – Desteya Bilind a Kurd (DBK), 32 – Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdî, 33 – Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, 34 – Tevgera Ciwanên Şoreşger, 35 – Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî avakirina meclîsê di 15’ê sermawezê de jî Desteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî ku ji 60 kesan pêk tê civîna xwe ya yekemin lidar xistiye û komîteyên ji bo amadekarina hevpeymana civakî, qanûna hilbijartinê û çêkirina rêziknameya projeya demî ava kirine.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku tu niyeta parçekirina Suriyê ya vê projeyê nîn e û armanc avakirina jiyana hevbeş û wekheviyê ya li Suriyê ye.
ANHA


