logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Serokê TYB'ê: Dewlet ji cotkaran bacê nagire çima ji wergêran digire

Bi merasimeke Fûara Pirtûkan a Stenbolê dest pê kir. Serokê TYB'ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) Kenan Kocaturk pirs ki

  • Dîrok: 10/11/2018
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Bi merasimeke Fûara Pirtûkan a Stenbolê dest pê kir. Serokê TYB'ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) Kenan Kocaturk pirs kir: "Dewlet ji cotkar û esnafan bacê nagire çima ji wergêran bacê digire?"

Li Ewropayê rekora beşdariyê
Careke din hezkiriyên pirtûkan ên li Stenbolê di bin banê TUYAP'ê de têne ba hev. Di fûara îsal ku 9 rojan dê bidome de bi sed hezaran xwendevan, her wiha nivîskar dê bên ba hev. Ji bo vekirina fûarê mesarimek li dar ket. Merasima destpêkirina 37'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê li TUYAP'ê Beylîkduzu li Salona Karadenîz li dar ket. Di demasimê de Kordînatorê TUYAP'ê Denîz Kavukçuoglu axaftina destpêkê kir û diyar kir ku par 750 hezar kes hatine serdana fûarê, ev reqes li Ewropayê rekor e, ew bi beşdariyeke wisa mezin serbilind û hêvî dikin îsal dê beşdarî zêdetir bibe.

'Bila dozger paşê dozê venekin'
Piştî Kavukçuoglu, kordînatora fûarê Cemran Oner der barê nanveroka fûarê de agahî dan û paşê Serokê TYB'ê Kenan Kocaturk axivî. Kocaturk pêşî bal kişand ser 70'emîn salvegera îmzekirina Danezana Mafên Mirovan û di vê çarçoveyê de li ser du xalên bingihîn ên mafan sekinî û got: "Yek jê mafê nivîsandin, belavkirin û azadiya ramayê ye, xala din jî mafê telîfê ye. Divê civak bi awayî azad beşdarî beşa weşangerî bibe, ji aliyê madî manewî ve mafê xwe biparêze. Tê zanîn di xala dozgeriya çapemeniyê de heye, dozger dema pirtûk derkeve di 6 mehan de lê dinêre dozê vedike, lê niha carinan paşê jî dozan vedike. Em hêvî dikin dê dawî li vê yekê bê. Ji aliyê telîfê ve jî, dijî weşana dîjtal û çapa korsan a pirtûkan em ji wezaretê hêvî dikin ku zagona telîfê derxin."
Kocaturk qala welatên OCD kir ku di nav 72 welatan de Tirkiye di warê fêmkirina ji xwendina xwe de di rêza 52'yan de ye û bal kişand ser xala xwendin û jê fêmkirin. Kocaturk îstatîstîkek wisa da: "Dema dê û bav ligel zarok dixwînin zarok di 13 saniyeyan de tê digihê lê li cihê çanda xwendinê nebe ev têgihîşt digihîje 45 saniyeyan. Lewma jî gere em çanda xwendinê pêş bixin.

'Bila pirtûkxane pirtûkan bikirin'
Serokê TYB'ê Kocaturk banagî wezaretê kir ku ji bo pirtûkxaneyan ji weşangeran pirtûkan bigirin û li ser fermannameyên wezaretê ku di serdema destpêka xwendinê de derdixe jî got ku bi vê fermana ku derxistine dest ji firotinê berde, weşanger êdî nikarin li dibistanan pirtûkên xwe jî bidin nasîn.
Kocaturk li ser bilindbûna dovîzê û bandora vê ya li ser weşangeran bibîr xist û got ku ji ber vê yekê îsal di warê çapkirinê de sedî 1-2 daketin çêbûye. Her wiha da warê çapkirina pirtûkên ji bo zarokan de jî paşketine girîng heye. Kocaturk wisa got: "Saziya çêkirina kaxiz SEKA dikaribû bê pêşxistin lê nekirin. Ji ber vê niha weşanger di warê kaxiz de zehmetî dikişînin. Niha divê em SEKA'yê nîqaş bikin. Yan dewlet bi xwe SEKA'yê veke, yan bi awayekî bide vekirin ku ne di qada navneteweyî de be jî, li vir piyaseya kaxiz pêş bixe.!
Her wiha Kocaturk bal kişand ser bacê ku weşanger di bin baceke giran de ne û di vî warî de qala rewşa giran a nivîskar û wergêran jî kir: "Ji pereyên ku nivîskar, wergêran bi dest dixin sedî 35 ji wan wekî bac bi paş ve tê girtin. Cotkar, esnaf ji bacê muaf in, bac ji wan nayê girtin lê çima ji wergêr û nivîsakaran sedî 35 bac tê girtin. Em vê tînin ziman, wezaret dibêje em li ser disekinin lê çareser nabe, ev pirsgirêk dê kengê çareser bibe?"
Dûre şêwirmendê fûarê Dogan Hizlan û paşê jî Mêvanê Rûmetê yê fûarê yê îsal nivîskar Selîm Îlerî axivî. Îlerî bal kişand ser xwendinê, diyar kir ku Ataturk di dema li eniyê bû jî "Çali Kuşu" yê Reşat Nuri Guntekin dixwend û got: "Deynê me ji dil ji bo Çali Kuşu heye."

800 weşanger û saziyên sivîl
Îsal heta 18'ê mehê dê fûar bidome. Di fûarê de li dor 800 weşanger û saziyên sivîl standan vedikin. 8 weşangerên kurdan hene. Di çarçoveya fûarê de li dor 300 çalakî wekî panel, gotûbêj dê li dar bikevin.

**

Nûçeyên Eleqedar:
-
Hinek çalakiyên li TUYAP'ê, tenê yek bi kurdî heye
- Vane weşanxaneyên kurdan ên beşdarî TUYAP'ê dibin 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: 'Hey lê lê'

ad

YPG: Girê Miştenûrê bi temamî azad bû

ad

Ji bo bêçekiyê pêşbaziya fotografan

ad

Jetên tirk li kurdan dan, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê tevlihev bû

ad

Vaye Delala Kaînatê

ad

Di nava pelekî pêçayî de mijek keser

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname