Stenbol
Piştgiriya Ciwanan a ji bo Aştiyê êvara 28'ê mehê li Kuçeya Mîs a Beyogluya Stenbolê ji bo bîranîna Ceylan Onkola li Licê hatibû kuştin merasima bîranîneke li dar xist.
Însiyatîf di 4'emîn salvegera kuştina Ceylan Onkolê de li Kuçeya Mîs çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Onkol û pankartên li ser "Ceylan Onkol di dersa dewletê de hat kuştin", "Ceylana me dilê me perçe perçe", "Ger ez nehatama kuştin ezê niha biçûma dibistanê" vekirin.
Hin hunermend jî beşdarî çalakiyê bûn. Yek ji wan jî hunermend Îlkay Akkaya bû. Akkaya ji bo Onkol stranek xwend û çalakî bi dawî bû.