Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş li Elezîzê di vekirina avahiya rêxistina BDP'ê ya Palûyê de axivî. Demirtaş got ku hikumet polîtîkaya înkar didomîne û wisa got: "Dibêjin me dawî li înkarkirinê anî. Em dibêjin Kurdistan mûyê wan tûj dibin. Înkar li ser înkarê. Berê digotin emê navên resen bi paş ve bidin cih û bajaran. Dibêjin dê Tuncelî bibe Dêrsim. Vaye Dêrsim dibe Dêrsim. Baş e dê Kurdistan jî bibe Kurdistan? Serokwezîr bi xwe dibêje 'Di dema Osmanî de Eyaleta Kurdistanê hebû. Ez ji dilê Kurdistanê pirsek ji Serokwezîr dikim: Dê Kurdistan bibe Kurdistan?"