Amed
Vê sibê piştî jimartina girtiyan diyar bû ku 18 girtî ji girtîgehê reviyane.
Hat gotin ku 18 girtiyên ji doza PKK'ê vê sibê ji girtîgehê reviyane. Li ser vê yekê polîs û leşkeran rê birîn û dest bi lêgerînan kir.
Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin piştî bihîstinê çû Çewligê.
Li gor agahiyên dawî navên girtiyên ku reviyane bi vî rengî ye:
Baran Gunana (Qers), Selami Kizil (Mêrdîn), Diren Yaşa (Amed), Veli Taşkiran (Amed), Şeref Gulen (Amed), Ahmet Oyunlu (Amed), Ramazan Benice (Amed), Ridvan İpek (Amed), Ali Nergis (Amed), Devrim Kavak (Batman), Diyar Kaydu (Amed), Ekrem Taş (Çewlig), Huseyin Barsak (Sêrt), İbrahim Engin (Amed), Emrah Ubiç (Qers), Cemil Doster (Amed), Osman Kiliç (Çewlig), Ozan Alpkaya (Mêrdîn).


