Diyarname
Seyda Celalettîn Yoyler ku heta niha gelek keda wî ketiye nav têkoşîna kurdî îro li gundê xwe di encama qeyrana dil de wefat kir.
Mela Celaletîn Yoyler di sala 1941'ê de li gundê Xanika Melezgîra Mûşê hatiye dinê. Di medreseyên dora Mûşê de xwendiye, bi zimanê kurdî, erebî, farisî û tirkî dizane. Piştî kutakirina medreseyê li gundê xwe Xanika meletî kiriye. Di sala 1994’an, di dema valakirina gundên kurdan de gundê wî jî jê sûde wergirtiye û wî bar kiriye Stenbolê.
Yoyler di sala 1989'an de bûye Endamê Meclisa Gişt^iya Mûşê, di sala 1990'î de Serokatiya HEP'ê ya Melezgîrê kiriye û di vê demê de demek li Girtîgeha Erzîncanê girtî jî maye. Yoyler di rojnameyên Azadiya Welat û Demokrasî de kar kiriye, di sala 1997'an de ji bo rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye hilbijartin. Wî ligel rêveberiya Enstîtuyê, li Navenda Giştî ya HADEP'ê û di rêveberiya Komeleya Meleyan ÎDAYDER'ê de jî cih girtibû.
Seyda Celalettîn Yoller ku li ser kurdî jî xebatên wî hene, xebata wî ya herî berbiçav "Şiroveya Dîwana Melayê Cizîrî" ye ku di sala 2007'an de ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Yoyler herî dawî di rojnameya Ozgur Gundemê de qunciknivîskarî dikir.
Seyda Yoyler ku îro li gundê xwe wefat kir, cenazeya wî piştî nîvro li gund dê bê veşartin.
Foto: Cemil Oguz