Feratê DENGIZÎ
Niha li pêşberî Kobanî me. Dilê min di nav destên min de û sê şev û roj in bê xew im.
Çendî û çend raman li pey hevin di serê min de ku carina hevdû nagirin û carinan jî mîna lehîmê bi serê min de dikewin. Ma ev mislimanî? Kuştin, serjêkirin, êrîş û zilm… Ma kurdan an jî Kobanî, bajarê xweşik û bedew çi kiribû ji van zaliman. Ev çawa bawerî, qaşo biratî û nizam çi… Edalet, wekhewî, mirovatî ma li ku?! Di vê asoya sorqemirî ya êvarî ya li hember banê çiyê ango Kobanî-Kobanî de hişê min serobin, lê rastiya min zelal… Rewşa Kobanî meseleya Basrayê “Behdel xerabit Basra” anî bîra min.
Dibê di demeke dîrokê de Basra (niha bajarekî li başûrê Bexdayê ya ku kendav-xalîça wê heye, ye) bajarekî nazenîn û xweşik î biriqandî bû û Keyayekî wê yê merd, serbilind û rûmetdar hebûye. Ev jî bûye sedem ku derdor jê bi dexisin, biqehirin û dest bi xebatên êrîşa ser Basrayê bikin. Keyayên dilreş roj bi roj xebatên xwe xurt dikin. Keyayê Basrayê jî alîkariyê ji keyayên dostên xwe dixwaze, ew jî dibêjin, “tu miraq neke, û meseleyê ewqas mezin meke!” Ez serê we neêşînim, heta ku keyayên dost tên alîkariyê keyayên dilreş î zikreş Basrayê serûbin dikin û wê bedewiya delal dikin qirş û qal û bi sibeyeke zêrîn keyayên dost tên û Basraryê xelas dikin, digihêjin felatê û silavê didin keyayê Basrayê, yê bendewar. Û ew wan bi vê gotinê pêşwazî dike, “El xêr çîtin, lê behdel xerabit Basra, eyş esêt, behdel xerabit Basra….Hûn bi xêr hatin, lê piştî ku Basra xerabû, ez çi bikim, piştî ku Basra xerabû!” Herê “Behdel xerabit Basra!”
Vê berêvarê li Kobanî dinêrim. Ev çend roj… Nizanim. Ên ku ew ên bihatana alîkariyê dikaribûn berî ku Daîşa xwînxwar têkeve Kobanî li vê beriya rast, li rasta gundê Şêran tune bikiranan. Lê lîske… Va Kobanî, Kobana min a Kurdan a bindest û demokrat û mirovhezan, a mirovan xerabû…
Dizanim Kobanî nakeve, ew ê azad bibe û azad bijî. Û ya girîng jî azadiya Kobanî û Kabaniya azad e. Lê “behdel xerabit Kobanî… Piştî ku Kobanî xerabû!” Lê gelek dersên vê hene. Dîrok dinivîse li dilê mirovahiyê, dîrok li dilê kurdan dinivîse, “Piştî Ku Xerabû Kobanî…” me dost û neyarên xwe qenc naskirin. Êdî dîrok ji me re Beriya Kobanî û Piştî Kobanî ye. Mîlada me ye Kobanî-Kobanî….
Sedema vê êrîşê çi bû… Hûn çi ji me dixwazin! Hûn çi ji kurdan dixwazin! Hûn çi ji Kobanî dixwazin…
Em dizanin… Sedem demokrasiya gel, sedem demokrasiya gelan e. Li Kobanî tirsa faşîzmê heye. Demokrasî û biratiya gelan heye, meclîsa gel heye. De bitirsin..!
Dixwazim nivîsa xwe bi pîrozkirina roja vejîna kurdan, roja rojbûna kurdan biqedînim û dora peyvê bidim du nivîskarên gerdûnî yên ku ji bonî Kobanî gotine;
Nivîskarê rojnameya BILD a Elman Franz Josef Wagner nameyek ji bonî kurdan nivîsiye. Vaye çend peyvên wî:
“Hûn kî ne lo Egîdno?
Hûn neteweyê kilamên tije êş in, mijara kilamên we tev li ser evîna wenda, li ser welatê wenda ye. Di yekê ji wan de wisa tê gotin: tevayên welatan bi lîstika ‘veşartok’ê dileyzin. Kîjan welat qet nayê dîtin? Kurdistan.”
Û nivîskara femînîst û aktîvîst Dr. Newal El Saddawî ji YPJê re nameyek nivîsiye.
Vaye çend peyvên wê:
“Şervanên jin li Kobanî şer dikin, ji bo parastina rûmet û nasnameya lehengî ya jinên Cîhanê şer dikin.”
Silav li berxwedana Kobanî. Tu yê her azad bî Kobanî…. Ez evîndarê te me.
Foto: Ersîn Çaksu