QAHÎRE
Dadgeha Îdarî ya Qahîreyê, biryar da ku kanalên televîzyonê yên bi navê Ehrar 25, buroya El Cezîre, El Kudus û El Yarmuk bêne girtin.
Televîzyona Ehrar 25 girêdayî Birayên Misliman e û li Misrê weşanê dike. El Cezîre ji Katarê weşanê dike û li tevahiya herêmê buroyên wê hene. Qenalên El Kudus û El Yarmuk jî wekî televîzyonên Îslamî têne zanîn.
Ahrar 25 û gelek qenalên din, piştî desthildatdariya Birayên Misliman di 3’yê Tîrmehê de piştî ku artêşê darbe pêk anî û Birayên Misliman ji desthilatdariyê xistibûn, weşanên xwe rawestandibûn.
Televîzyona El Cezîre jî demek berê diyar kiribû ku li dijî wan kampanyayek tê meşandin û ji 3’ê tîrmehê heta niha di buroyên wan de lêgerîn dihat kirin. 3 rojnamegerên biyanî ku di serwisa îngilîzî ya El Cezîre de dixebitîn jî roja yekşemê hatin dersînorkirin. Di lêgerîna buroya televîzyonê de gelek tişt hatibûn desteserkirin.
Li gorî agahiyên televîzyonên Katar dane, nûçegîhanê weşana erebî ya El Cezîre Abdullah El Şamî û kamereman Muhammed Bedîr mehekê li Misrê girtî mane.