Diyarname
Rojên Nasandina Amedê li Dihokê bi bernameya lîstina lîstikên folklorê û pêşangeha wêneyan dest pê kir. Di merasima destpêkirina Rojên Nasandina Amedê de Serokê Meclisa Giştî ya Dihokê Dr. Fadil Omer got ku dem dema yekîtiyê ye.
Rojên Amedê roja 29'ê mehê dest pê kirin û dê roja 31'ê mehê bi dawî bibin. Di van rojan de Şaredariya Sûr, Yenîşehîr, Kayapinar û Baxlarê dê standan vekin û nasandina Amedê dê pek bê.


