logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Ji Konferansê encamên girîng derketin

onferansa Yekîtî û Çareseriyê ya bakurê Kurdistanê ku rojên 15-16'ê mehê li dar ket îro encamnameya wê hate eşkere kirin

  • Dîrok: 17/06/2013
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya bakurê Kurdistanê ku rojên 15-16'ê mehê li dar ket îro encamnameya wê hate eşkere kirin. Encamnameya tirkî ji aliyê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, ya kurdî jî ji aliyê Kordînatorê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcaner ve hat xwendin.


Konferans gihîşt encamên girîng. Konferansê biryar girt ku komîteyeke ava bike ku ev komîte di pêvajoya çareseriya pirgsirêka kurd de di nav tevgere de be, hewce bike careke din konferansê bicivîne. Dîsa konferansê biryar girt û bang li dewletên navneteweyî bike ku PKK'ê ji lîsteya terorê derxin. Konferansê ji bo rojavaya Kurdistanê jî bang li hemû kurdistaniyan kir ku xwedî li Rojava derê û her wiha xwest deriyên li ser sînorê Rojava her vekirî bimînin.


Vane xalên ku wekî biryar di encamnameyê de hatin pêşkêş kirin:


- Birêz Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe firsendeke mezin çêkiriye. Tevgera kurd ji bo pirsgirêk bi rêya aştiyane û demokratîk çêbibe gavên ji dil û cidî avêtine. Konferansa me diyar kiriye du divê hikumet jî bi heman awayî gavan biavêje.


- Gelê Kurdistanê bi tercîha xwe statuyên xwe, ango xweserî-federasyon-serxwebûn wekî mafekî xwe dibîne û dide diyarkirin. Her wiha gelê kurdistanê der barê dahatûya xwe de xwedî gotinê ye û mafê diyarkirina çarenûsê jî ji biryar û pesendkirina gel re hatiye hiştin ku ew prensîb jî di konferansa me de bi hevparî biryar li ser hatiye dayîn. Her wiha Konferansa me gihîştiye wê biryarê ku heta Kurdistan nebe xwedî statuyekê, meseleya kurdan jî çareser nabe.


- Delegasyona me dixwaze ku zagoneke bingehîn a demokratîk bê çêkirin. Xwestekên gelên Kurdistanê ên mîna azadiya bi nasnameya xwe birêxistinbûn, perwerdehiya bi zimanê dayikê û fermîtiya zimanê kurdî divê di bin ewlehiya Zagona Bingehîn de be. 


- Pirsgirêkên giran ên mîna xizanî, koçberî, bêkarî, rûxandinên ekolojîk bi dilşewatî li Kurdistanê têne jiyîn. Bi girîngî diyar dike ku; divê makenîzmayeke ku tê de siyaset, rêxistinên civaka sivîl, rêvebirinên civakî û komên cuda hebin bê sazkirin û ev bike ku kan û jêderên giştî li ser bingeha rêgeza cudakariya pozîtîf. Konferansa me bi ciwanên Kurdistanê bawer e ku di avakirina pêşeroja Kurdistanê de û îradeya wan girîng dibîne.


- Konferansa me dixwaze ku zagon bêne guhertin ku di serî de girtiyên nexweş û zarok û hemû girtiyên siyasi serbest bêne berdan. Dewlet divê berpirsyarên xwe di hêla ronîkirina faîlî mechul û derxistina gorên komî de bîne cih. 


 Konferansa me diyar dike ku di sedsala 21'ê de pirsgirêkeke bingehîn jî nakokiya zayendî ye, rewşa jinan ku ew parçeyên sazûmankar û herî dînamîk ên civakîbûnê ne, ji rewşa civakê ne cuda ye û dipejirîne ku her cure arasteyên li ser jinan di heman demê de arasteyên li ser civakê ne. Li ser vê bingehê konferansa me îlan dike ku li hemberî her cure êrîşên li ser jinan ên maddî û manewî ne. Rista ku jinên kurd di têkoşîna Kurdistanê de anîne cî, ji bo hemû cîhanê mînak e. Û konferansa me gihîştiye wê biryarê ku di bingeha wekheviya zayendî ya civakîn de jin bi awaya xwe ya resen û xweser, bi mêran re bi rewşa wekhevî dikare di her warê civakê de tevlêkar be.


- Gelên mîna ermenî, asûrî-suryanî, ereb, mihellemî û tirkmen û komên baweriyên mîna misilman, xiristiyan, mûsewî, ezdî û elewî ku li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn hem ji ber polîtîkayên dewletê û hem jî ji ber hişmendiya şaş ya ku van polîtîkayan rê daye, zor û zehmetiyên girîng dijîn. Pêşî, em di wê baweriyê de ne ku divê em bi tevayê vê dahatûyê re rû bi rû bibin û jiyaneke nû û wekhev ava bikin. Bi vê sedemê ji bo şert û mercên ku nasname bi azadî û li gorî baweriyên xwe bikaribin bijîn pêk bên, Konferansa me ew ê di nav hewildanên çalakdêr de be. Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya bakurê Kurdistanê bangî hemû beşên ku ji ber polîtîkayên tekanekirinê yên di tevayê sedsala 20'emîn de ji axa xwe bi dûr ketine dike ku, paşde vegerin. 


- Konferansa me nîşan dike ku ligel şoreşa gel a Rojava ye ku gel bi siyaseta xwe ya xweser û bi hêza xwe pêkanî ye. Rojavayê Kurdistanê ku di kesayeta Desteya Bilind a Kurdan de bi awayeke girîng yekîtî û tifaqa xwe pêkanî ye girîng dibîne. Di serî de em diyar dikin ku bidestxistinên wan divê ji aliyê tevayên kurdan ve bêne parastin. Konferansa me lehnetê li çeteyên ku ji aliyê rejima dîktator ve têne xwedîkirin û di hundirê mixalefeta Sûrî de cî digirin tîne, ku êrîşên hovane dibin ser gelê me yê Rojava. Konferansa me dixwaze deriyên sînor yên Rojava vekirî bimînin û bang li hemû kurdistaniyan dike ku alikariya Rojava bikin. Her wiha divê qada navnetewî di mekanîzmayên bi mijara Suriye re de rojavaya Kurdistanê Rojava jî bi fermî tevlî bike. 


- Konferansa me tîne ziman ku, kombûna Konferansa Neteweyî ya ku tevayê parçeyan di nav xwe de dihewîne xwedî girîngiyeke jiyanî ye, ji bo ku yekîtiya neteweyî di asta herî jor de pêk bê, em wekî Konferansa bakurê Kurdistanê çi berpirsiyariya ku bê ser me, em ê bi cî bînin. Dîsa em bang dikin ku Serokkomar Birêz Celal Talabanî, Serokê Herêma Kurdistana Federal Birêz Mesut Barzanî, Serokatiya Konseya KCKê û tevayên hêzên Kurdistanî hewl bidin ku Konferansa Neteweyî rojek beriya rojekê kom bibe.


- Delegasyona Konferansê, rêzdarî û minetdariyê ji keda her kes, kom û rêxistinên ku tevkarî dane doza Kurdistanê re şanî dide. 


- Ji bo li hemberî têkoşîna gelê Kurdistanê ya edalet, azadî, wekheviyê bi berpirsiyar tevbigerin, konferansa me bangî Neteweyên Yekbîyî (NY), Rêxistina Konferansa Îslamî (RKÎ), Yekîtiya Ewropayê (YE) û gelên din ên dinyayê dike. Her wiha Konferansa me ji rexistinên navnetewî û devletan dixwaze ku PKK'ê ji lîsteyên terorê derxin.


- Konferansa me, li ser tevayê biryarên ku girtine, tespîtên ku danîne holê û bangên ku kirine îradeya ji niha û pê ve pêvajoyê ji nêzîk ve bişopîne, midaxil bibe û rasterast tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibe daniye holê. Girêdayî van, biryar daye ku makenîzmayeke ku rengdariya tevayên delegasyonên konferansê binimîne bi navê "Komîteya Yekîtî û Careserî", ava bike. Ev makenîzma, ew ê ji tevlêbûnên nû re vekirî be û xwedî îradeya ku tevayên biryarên ku konferansê girtine bişopîne, pratîze bike û di qadên hewcedarî de komîsyonan ava bike û di serdemên pêşde ji nû ve Konferansê bicivîne. Ev Komîte pêvajoya muzakereyên demokratîk de bi mîsyona saziya bi bandor dê xebatên xwe bimeşîne.


- Konferansa me bangî gelê Tirkiyeyê dike ku ew jî îradeya me ya ku di vê Konferansê de derket holê nas bike, esas bigire û pêkûtiyê deyne ser dewleta Komara Tirkiyeyê ku mafên gelê kurd nas bike. Konferansa me piştgirî dide tekoşîna meşru û demokratîk a gelên Tirkiye yê.



***

Nivîsên eleqedar:

- Zana: Yekemîn car e em fikrên xwe parve dikin 

- TZPKurdî: Em li benda statuyê nesekinin!

- Demîrtaş: Ev konferans Meclisa Bakur a sembolîk e

- Turk: Kurd li 4 parçeyan hêzên dînamîk in

- Tugluk: Konferansa me xwediyê îrade û îdîayeke girîng e

- Ocalan: Ya rast jiyanek azad, bi rûmet û wekhev e

- Yaşar Kemal bang li kurd û tirkan kir

 





Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Akin li ser “Lêkolînên zimanasiya kurdî” diaxive

ad

Li Wanê vê şevê erdhej çêbû

ad

Nivîskar Can Gulşenoglu mir

ad

Li Xoyê û Helebçeyê erdhej çêbûn

ad

Dilopê ligel T.Ziya Ekîncî berê xwe daye sed salên kurdan

ad

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname