Diyarname
Hayat TV ku ji ber çalakiyên li Taksîmê diweşand ji aliyê RTUK'ê ve hat cezakirin niha jî bi girtinê re rû bi rû ye.
Hayat TV wekî kanaleke kedkaran di sala 2007'an ve bi ser Turksatê re weşanê dike. Niha îdîayên "qaçax weşanê dike", "lîsansa wan nehat dîtin" têne weşandin û dixwazin bigirin. Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) a Tirkiyeyê biryar ragihand Turksatê û hema di her kêliyê de mimkûn e tv bê girtin.
Rêveberiya Hayat TV daxuyaniyeke weşand û got: "Ji 21'ê adara 2007'an ve ew bi ser Turksatê re weşanê dike, ji bo lîsansê jî hemû belgeyên divên ragihandine RTUK'ê lê hê jî bersivek ji wan nehatiye girtin. Herî dawî gotin roja înê saet 12.00'an de dê weşana we raweste. Nava rojê digel hemû helwdanên me jî me bersiveke berbiçav û bi ewle ji wan negirt. Em hêvî dikin dê dest ji vê biryara xwe ya kêfî berdin û em bang li hemû gel dikin ku xwedî li Hayat TV derkevin.
Ceza dabû kanalên din jî
Her wiha RTUK roja 12'yê mehê civiyabû û li kanalên wekî Ulusal TV, Halk TV, Cem TV û EM TV cezaya pereyan birîbû. RTUK îdîa dike ku wan li ser çalakiyên li Taksîmê li derveyî rêzan weşan kiriye.
***
RTUK'ê biryara xwe betal kir
Piştî vê îro RTUK'ê biryara xwe ya der heqê rawestandina weşana Hayat TV de betal kir.
Mudurê Giştî yê Hayat TV der heqê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin ku RTUK'ê biryara xwe ya rawestandina weşana Hayat TV'yê betal kiriye û wê karên lîsansê jî di demeke kurt de çareser bike.
(Ev paragrafa dawî îro li nûçeyê hat zêdekirin)