Diyarname
Hunermend Ayfer Duzdaş bi konsereke nû derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Duzdaş ku xwedî dengek taybet e heta niha du albumên wê derketine. Pêşî albuma wê bi navê "Leylan" derketibû. Duzdaş par jî albuma xwe "Şînên Koçgirî" derxistibû. Duzdaş niha bi deng û stranên xwe wê li Amedê derkeve pêşberî muzîkhezan.
Konsera Duzdaş 21'ê reşemiyê saet 19.00'an de wê li Navenda Çanda Cegerxwîn li dar bikeve.
Û vaye straneke ji Duzdaş: "Dîlber"