Elezîz
Diya Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, Melek Ozer li Elezîzê bi girseyî hate definkirin.
Diya Kinaşak, Melek Ozer a 88 salî roja 7'ê mehê wefat kiribû. Ji bo Ozer roja 8'ê mehê li Cemxaneya Yildizbaglarê merasimek hat lidarxistin û cenazeya wê birin li gundê Sûn defin kirin.
Mebûsên BDP’ê Aysel Tugluk, Îdrîs Baluken, Leyla Zana, Ayla Akat Ata, Husamettîn Zenderlîoglu, Hevseroka BDP’a Stenbolê Asiya Kolçak, Cîgira Hevserokên BDP’ê Fîlîz Koçalî, Firat Anli, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Batmanê Serhat Temel, Seroka Federasyona Êzîdiyan Feleknaz Ûca, nûnerên BDP’ê, nûnerên STK’ê û bi sedan kes tevli merasîma cenazê bûn.
Piştî merasîma definkirinê, kurê wê Huseyîn Ozer axivî û got: “Dayika min jî wekî hemû dayikan êşa mezin kişand. Lê tu car êşa xwe bi me neda hîskirin. Em minedarê wê ne ku em anîn vê rojê.”


