Diyarname
Li Bismil û Kayapinara Amedê, Şemzînana Culemêrgê, li Elka Wanê û li navenda Wanê, li Şemrexa Mêrdînê, li Mêrdînê, li Edene, li Mêrsinê, li Şirnex, Wêranşar û Qoserê ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakî, meş hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn.
Her wiha ji bo Cejna Ziman Navenda Giştî ya BDP’ê jî peyameke nivîskî weşand, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî jênager e.