Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş îro li Yewnanistanê ligel Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksis Çîpras bû. Hevdîtin bi qasî saetek dom kir. Demîrtaş plaketek li ser şahmaran hatiye çêkirin diyarî Çîpras kir.
Demîrtaş ligel Çîpras li ser pêşketinên li Sûriyê axivî.
Piştî hevdîtinê Demîrtaş ji bo rojnamegeran axivî. Demîrtaş diyar kir ku ji bo agirbesteke mayînde hêzên navneteweyî rola xwe baş pêk nayîne û wiha dom kir: "Bi salan e li sînorê Tirkiyeyê dema DAIŞ êrîşê Ezezê, Kobanî kir Tirkiye negot 'Emê mudaxale bikin.' Eger DAIŞ dewletê ava bike dê di serî de Davutoglu vê dewletê nas bike. Polîtîkayên mezhebî û dijberê kurdan dimeşînin."
Li ser pirsa rojnamegerek yewnanî a bi rengê "operasyonên ku dewlet li bajarên kurdan didomîne" jî Demirtaş wisa got: "Li Tirkiyeyê hikumet her pevçûn û operasyonan zêde dike. Ev yek jî ji bo pêşerojê me ditirsîne. Hikumetek ku bawer e her tiştî bi şer û pevçûnan dê têk bibe heye. Nikare bi kesî re biaxive. Ez bawerim dema di neynikê de li xwe dinêre jî bi xwe re şer dike. Ligel xwe jî diyalogê çêneka. Em bi israr in ku li hemberî şer polîtîkaya aştiyê bidomînin û emê bi israr bin jî."
Demîrtaş êvarê dê li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Atînayê ligel Hevserokê PYD'ê Salih Muslim konferansek de biaxive.


