Diyarname
Lîstikvana skoçî Tilda Swinton li muzeyê di nav qutiyeke camîn de 6 saetan bêrabûn, radizê.
Lîstikvan Tilda Swinton li Muzeya Hunerê ya Modern a New Yorkê (MOMA) a 52 salî li nav qutiyeke camîn, li ser nivînan, li ber denê şûşeyeke av xwe dirêj kiriye. Lîstikvan ji bo hunerê 6 saetan li wê derê radizê. Ev performansa hunerî ku navê "The Maybe" lê kirine heta dawiya salê dê dem bi dem bidome. Lîstikvan Swinton çi rojî bixwaze dê were muzeyê û performansa xwe pêşkêş bike.
Swinton heman performans di sala 1995'an de li London û Romayê jî pêk anîbû.