Diyarname
Kovara zanistî û lêkolînî Zend bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanan.
Zend ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê weşandin van rojên dawî hejmara pêyîz 2012'yan derket. Di kovarê de gelek nivîsên li ser ziman, dîrok û wêjeyê hatine weşandin. Di kovara ku li ser "Xanî û felsefeya îslamê û kelam" berga wê hatiye sazkirin de gelek nivîsên li ser ziman cih girtine.
Ji van nivisan, Zana Farqînî li ser pevguherîna dengan, Îbrahîm Seydo Aydogan der barê Hevokên Kompleks, Samî Tan jî di zimanên îranî de kurdî û farisî li ser hevrûkirina lêkerên xwerû û bingehîn nivîsa xwe amade kiriye.
Şerîf Derînce ku di hejmarên borî de li ser modelên perwerdehiyê nivîs nivîsî bû di vê hejmarê de jî li ser meseleyê sekiniye. Derînce di vê nivîsê de ji bo kurdan modeleke pirzimanî û pirzaravayiyê pêşniyar dike.
Yek ji nivîsên li ser rewşa ziman jî ya Cuma Çîçek e. Çîçek balê dikişîne ser polîtîkayên Koma Tirkiyeyê yên der barê zimanê kurdî. Emîn Hesenpûr jî li ser siyaseta ziman nivîsiye. Hesenpûr di semînekê de li ser polîtîkaya ziman a kurdan bi xwe (zaravaperestî û kirdiya pêtî) rexne dike. Ev axaftina Hesenpûr hatiye pêşkêşkirin.
Di kovarê de hin nivîsên din jî hatine weşandin. Ji van Dr. omer Uluzay li ser "Dîroka hukimdariya Mirdêsan", Perwer Yaş "Koka Zimanê Hind-Ewropî di Kurdî de Veşartiye", Sîdar jî jî "Rexne û Wêje" pêşkêş kiriye. Memê Mala Hine jî li ser Ehmedê Xanî û helwesta w3i ya beramberî ekolên ramanî yên îslamê nirxandin kiriye.
Her wiha: Ahmet Serdar Akturk "Ekola Hawarê", "Azad Makûyî "Çend xal li bara karbesta kurmancî", Umîd Demîrhan "Taybetiyên devoka celaliyan a kurmancî" nivîsiye.