Diyarname
Kovara bi kurdî û tirkî Dilop ku du mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di vê hejmarê de dosya li ser Cegerxwîn hatiye çêkirin.
Dilopê niha ji bo adar-avrêlê hejmara xwe ya 13'ayn derxist û bi kete 3 saliya xwe. Ev hejmara ku rastî meha adarê û Newrozê dê li ser vê mehê û Newrozê hin nivîs têde hatine weşandin. Ji van nivîsan Recep Maraşli bi tirkî nivîsa "Ronahî ji bo Kawayê Hesinkar û Newrozê", Mesut Alp jî bi kurdî nivîsa "Sersala kurdan kengî ye?" pêşkêş kiriye.
Dosyaya vê mehê li ser Cegerxwîn e. Dosyaya ku bi sernavê "Cegerxwî: Kî me ez?" hatiye weşandin têde cih dane dîtinên Lal Laleş, Şener Ozmen, Vecdi Erbay û Îsmaîl Dîndar.
Ji nivîsên kurdî Evîn Şikakî bi sernavê "Salek di dojehê de Mahabad Qeredaxî" portreya Qeredaxî girtiye dest. Amed Tîgrîs ji bi sernavê "Li cem kurdan cureyên nan" nivîseke balkêş amade kiriye.
Ji hevpeyvînan ligel Eskerê Boyik hevpeyvîna ku hatibû kirin wergerandine kurdî û bi sernavê "Dema Sovyet hilweşiya biratî jî hilweşiya" weşandine.
Di vê hejmarê de Fewzî Bîlge, Barış Avşar, Mehmet Ozyazanlar, Muslum Uzulmez, Ayhan Erkmen, Qedrî Sipranî, Murat Uçaner, Bulent Gedîk, Mehmet Bayrak, Omer Uluçay, Zelal Sadak, Miradê Miradan, Sertaç Kayar, Sezai Sarioglu, Ali Sînemîllî bi nivîsên xwe yên cur bi cur cih girtine.
Her wiha helbestên Cemal Sureya, Cegerxwîn, Mehsûn Reşçelan û Veysi Ulgen jî hatine weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
dilopdergisi@gmail.com
0543 488 69 96