Diyarname
Li Zanîngehê bi navê "Birîna me ya ku xwîn jê diçe Roboskî" çalakiyeke li dar dikeve.
Çalakî wê li Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bilgi li dar bikeve. Çalakiya ku axaftina wê ya destpêkê dê Berdevkê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz bike, paşê dê belgefîlmê bi navê "Bîranînê Roboskiyê" ku ji CNNTurkê Ridvan Akar çêkiriye bê nîşandayîn.
Piştî van, dê gotûbejek di bin sernavê "Tiştên ku di salekê de em jiyan" bi beşdariya İrfan ENCU (Eendamê Meclisa Giştî ya Bajêr ya Şirnexê), Mehmet Emin AKTAR (Serokê berê yê Baroya Amedê), Demet TEZCAN (Rêveberê Mazlum Derê yê Stenbolê), Eşber YAGMURDERELİ (nivîskar/parêzer),
Karin KARAKAŞLI (Rojnameger), Ozcan ALPER (Derhêner) li dar bikeve.
Di bernameya ku pêşkêşvaniya wê ji Platforma Fikir û Çandê ya Zanîngeha Bîlgî Alaattin Ayhan bike de, axaftina dawî dê ji aliyê Ayşe Betul Çelik (Hîndekara Zanîngeha Sabanci) ve bê kirin.
Bername roja 21'ê mehê saet di navbera 18.30 -21.30 de li dar dikeve.