Diyarname
Yek ji fotoyên ku li dinyayê zêde tê nasîn e fotoya "Keça Afgan". Ew foto niha bi rekor buhayek hat firotin.
Fotoyê keça afgan di pûşpera sala 1985'an de di National Geographic de hat weşandin û ew bi çavên xwe yên kesk ên bi turk bû sembola Afganistanê. Ev fotoyê wê keçikê di mezateke li New Yorkê de bi sê qatê buhaya ku hate texmînkirin hat firotin.
Mezata ji bo fotoyê li Mezatxaneya Christie's li dar ket û fotoyê ku Steve McCurry kişandibû bi 147 hezar dolarî hat firotin.
Di vê mezatê de 232 fotoyên ji arşîva National Geographic hatin firotin. National Geographic ku 125 sal temenê wê heye di arşîva wê de li dor 11 mîlyon û nîv foto hene.
Di mezatê de bi gişti 3.8 mîlyon dolar pere hat bi dest xistin.