Diyarname
Niha pirtûkek hêja li ber destan e: 'Tarîxa Dewleta Kurdan'. Ji bo agahiyên li ser dema Selahadîn û Eyûbiyan gelek girîng e.
Pirtûk bi navê "Tarîxa Dewleta Kurdan" ku ji aliyê Mihemed layê Brahîm layê Mihemed layê Ebû’l-Fewaris Ebdulezîzê Ensarî yê Xezrecî ve hatiye nivîsîn, par ji Weşanên Azad derketiye. Pirtûka ku orjînala wê ji Pirtûkxaneya Silêmaniyê hatiye kopîkirin, bi destxetên erebî bûye û ji aliyê M.Emîn Narozî ve li kurdî (kurmancî) hatiye wergerandin.
Xwediya Weşanên Azad Eslîxan Yildirim ji bo wergerê pêşniyar ji bo Narozî dibe. Narozî wisa didomîne: "Gava ku min li kitêbê nihêrî û ew xwend, min dît ku li ser tarîxa Dewleta Eyûbî ya Kurd bû û bi rastî gelekî balkêş û hêja bû. Ew diket nav beşa xebatên min yên berê û xwedî agahdarîyên berfireh bû. Herweha kitêbê li ser dema Selahedîn û Eyûbîyan, bi taybetî û li ser Kurdan û rola wan ya hingê di împeratorîya Selahedîn û Eyûbîyên piştî wî de bi giştî, agahdarîyên gelekî hêja didan. Ji ber vê jî min yekser pêşnîyaz pejirand."
Pirtûk li ser wê demê gelek agahiyan pêşkêş dike. Bi taybetî notên werger ku wekî jêrenot di pirtûkê de cih girtine ji bo xwendevanên niha qîmetê pirtûkê zêdetir kiriye.
Pirtûk agahiyên girîn li ser Împeratorîya Eyûbîyan pêşk^şe dike ku bi bûyerên sala 1175-76’an dest pê dike û heya sala 1257’an didomîne ku 84’salên hikimdarîya Eyûbîyên Kurd digire nav xwe.
Ev pirtûka ku dîroka nivîsandina wê heta 700 salî diçe, dikare wekî pirtûka herî kevn a li ser dîroka kurdan hatiye nivîsandin jî bê hesibandin. Niha ew pirtûk bi kurmancî, bi tîpên latînî li ber destên xwendevanan e.
Her wiha pirtûk aliyek bi tîpên latînî û kurmancî, aliyê din jî orjînala wê bi hev re hatiye çapkirin.
- Tarîxa Dewleta Kurdan / Mihemed layê Brahîm layê Mihemed layê Ebû’l-Fewaris Ebdulezîzê Ensarî yê Xezrecî / Wergera ji bo kurdî: M.Emîn Narozî / 455 rûpel / Sala çapê 2015 / Weşanên Azad