Diyarname
Li Amedê niha du xebatên ji bo zarokan li benda serîlêdanan in. "Odeya Lîstika Zarokan" û "Akademiya Ma Musicê" daxuyanî dan.
MA MUSIC
Ma Music ku ev bi salan e xebatan muzîkê dike carek din qursan vedike. Qursên Ma Musicê wê ji bo zarokên di navbera 7-10 salî û ji bo mezinan jî ji bo yên temen di navbera 17-28 salî de dest pê dike.
Dema serîlêdanê niha dest pê kiriye û yên bixwazin heta 20'ê rezbera 2026'an dikarin serîlêdana xwe temam bikin.
ODEYA LÎSTIKAN A ZAROKAN
Xebata "Odeya Lîstikan a Zarokan a Sumerparkê" jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe. Niha dema pêşserîlêdanê ye. Di navbera 24-28'ê vê mehê de wê pêşserîlêdanan qebûl bikin.
Ev xebata ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin wê li Sumerparkê li dar bixe ji bo serdema serdema 2026–2027an û dê-bavên zarokên 4, 5 û 6 salî dikarin serî lê bidin.
Koma ku dê bi berçavgirtina temen û taybetmendiyên geşepêdanê yên zarokan bêne çêkirin, dê di du danên cuda de yên mîna danê sibê û danê nîvro xebatên xwe bi rê ve bibin.
Piştî ku roja 28'ê mehê dema serîlêdanan temam bibe û nirxandin bê kirin, malbatên zarokên ku mafê qeydê bi dest xistine dê bêne agaldarkirin û ewê bêne vexwendin.
Not: Yên eleqedar dikarin ji ser malber û hesabên her du saziyan re xwe bigihînin wan


