Diyarname
Weşanên J&J sê pirtûkên Mehmet Oncu ku ji helbestên wî yên bi şêwaza "çarîn" hatine nivîsîn derketin. Pirtûk hem bi tîpên Latînî, hem jî bi tîpên Erebî hatine weşandin ku di heman demê de dê pirtûkan bişînin Başûr.
Pirtûka yekemîn bi navê "EZÎZE" ku ji du pirtûkên bi navê "EZÎZE-1 Û EZÎZE-2” pêk tê. Her du pirtûk jî çarînên ku ji bo Ezîzeyê hatine nivîsîn di nava xwe de dihewîne.
Pirtûka din bi navê "MÊHRÎMAH” e ku ji sê pirtûkên bi navê "MÊHRÎMAH, HÛ û ÇARÎNÊN JI KANIYA DIL” pêk tê. Pirtûka yekê ji çarînên ji Mêhrîmahê re hatine nivîsîn, ya diduyan a bi navê "HÛ” ji çarînên felsefî, ya sêyemîn jî bi navê "ÇARÎNÊN JI KANIYA DIL” jî dîsa çarînên cur bi cur ku ji ser xweşî û evîniyê hatine nivîsîn e.
Pirtûka din ku ji a Mehmet Oncu bi navê "EWARE” ku ji du pirtûkên bi navê "EWARE Û SIWARÊ SITÊRA BERBANGÊ” pêk tê.
Ya yekemîn "EWARE” ji çarînên felsefî, ya duyemîn jî bi navê „SIWARÊ SITÊRA BERBANGÊ” ji çarînên li ser evînên kevnare hatine pêk hatiye.