Diyarname
Nivîskar Fatma Savci pirtûkeke din pêşkêşî cîhana wêjeyî ya kurdî kir lê vê carê pirtûka çîrokan: "Ristika Morîkan"
Nivîskar Fatma Savci di nav jinên kurd ên nivîskar de yek ji wan ên afirîner e. Savci di 6 salên dawî de 4 pirtûk derxistibû û niha ya pêncan li van zêde kir. Heta niha pirtûkên Savci bi nave "Gulên Qasid" (helbest, 2006), “Xewnên Zîvîn” (helbest - ceribandin, 2007), “Bîra Birînê” (helbest, 2010) û "Şewq û Payîz" (ceribandin, 2011) ji Weşanên Avestayê derketibûn vê care pirtûka wê ya çîrokan bi navê "Ristika Morîkan" derket.
Ji çîroka “Mûm û Fîstan”
- Diranekî min mabû, ew jî şevê din di xewnereşkekê de weşiya. (Herê nû bala min kişand, diranên wê tune bûn. Ew bê diran bû.) Ev nîşana xebera bê oxiriyê ye. Êdî nizam wê agir bikeve mala diya kê. Min ev qesir ji diranên xwe yên ku di xewnan de ketine lêkir. Diranên min her şev di xewnan de dikevin, beriya kuştinan, piştî kuştinan. Va roj diçe ava, lê hîna nequlibiye sibê wê binefşeke din biçilmise di laşê min de. Ez ev im, jineke ku xewnên wê bê diran in û binefşên laşê wê çilmisî...
...
Çawa dengê xîzîna sîngê hat jinikê, mîna binefşeke bê av xeliya ber bi jêrê. Jina bejinrihanî her du baskên xwe berdan erdê. Min ji rûyê wê yê çilmisî fam kir, çemekî xwînî ji laşê wê herikî...
Mîna mûmeke ku dişewite, goştê canê wê piço piço heliya û dilop dilop niqutî ser erdê. Ez bezîm ku herim pê ve. Min xwest ez xwe bigihijînimê û wê jina xweşik, wê jina dilovan, wê jina ku mûman ji çiçikên xwe pêdixe, wê jina ku kirasan li agir dike û wan werdigerîne keçikan rizgar bikim ji mirinê. Çawa min bi her du destan xwe zer kire newqa wê, canê jinikê yê ji mûmê bi destên min ve zeliqî û bi tilîkên min ve dilop dilop herikî ser axê...
Ji tilîkên min yên zirav hingiv dipale... Xwedêyo qey ev ax ev xak ji hingiv têr nabe?
Fatma Savci kî ye?
Nivîskar Fatma Savci di sala 1974’an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ve ye ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Girêmîra xwendiye. Ew di sala 1992’yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hatiyee girtin û di dawiya sala 2003’yan de ji zindanê derketiye.
Savci li girtîgehê dest bi nivîs û helbestan kiriye, ew ji rojname û kovarên kurdî re şandiye. Heta niha 4 pirtûkên wê, tevî “Ristika Morîkan” a nû derketî jî 5 pirtûkên wê hatine weşandin. Fatma Savci niha li Swêdê dijî, mamostetiya zimanê kurdî dike û pêre jî xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.
Ristika Morîkan / Fatma Savci / Çîrok / 96 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Ji nav nûçeyan hilbijêrek:
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- 'Derdê me ew e em telîfa pirtûkên kurdî bifroşin biyaniyan'
- Seydayê Cegerxwîn tê bibîranîn
- Îstatîstîkên li ser cixarekişandinê
- Kurt Tarihi 'Ji Binxetê Heta Rojava' girtiye dest