Diyarname
23'yê vê mehê salvegera erdheja Wanê ye. Erdhej saet di 13.41'ê de pêk hatibû û niha bi navê "13.41 bi wêneyan erdheja Wanê" pêşangeha wêneyên ji erdheja Wanê li sê bajaran li dar dikeve. Pêşangeh roja 23'yê mehê li sê bajaran, li Amed, Wan û Stenbolê bi hev re vedibe.
Pêşangeh ji 70 fotografên 40 fotografkêşan pêk tê û dê li Wanê li Parqa Feqiyê Teyran, li Amed^eli Galeriya Hunerê ya Sumerparkê û li Stenbolê jî dê li Qada Tunelê ya Beyogluya Stenbolê lidar bikeve. Ji ber erdheja Wanê di saet 13.41'ê de çêbûbû heman saet û deqe li pêşangehê kirine û pêşangeh jî heman demê de li dar dikeve.
Li Wanê erdheja yekemîn 23'yê kewçêrê, ya duyemîn jî 9'ê sermawezê çêbûbû û amadekarên pêşangehê dikin ku balê bikişînin ser erdheja Wanê û encamên mezin ku ji erdhejê derketine neyên ji bîr kirin.
Kesên ku pêşangeh amade kirine dibêje: "Em ji niha û pêde ji dêvla kişandina fotografên êşên civakî yan jî bûyerên xwezayî, em dixwazin fotografên dilxweşiyê bikişînin û parve bikin."
Li Wanê bi piştgiriya Şaredariya Wanê, li Amedê jî bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê pêşangeh li dar dikeve. Her wiha li Stenbolê jî Galata Fotografhanesi û Fotograf Vakfi bi piştgiriya Şaredariya Beyoglu, Anadolu Kultur û NarPhotos pêşangehê li dar dixe.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.