Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Hesen Mihemed Elî û Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya MSD'ê Şêra Osê şandeya Swêdayê pêşwazî kir.
Li gorî malpera MSD'ê, di hevdîtinê de pêşdeçûnên siyasî yên siyasî yên li Sûriyeyê, rêbazên piştevaniya hewldanên tesbîtkirina aramiyê û xurtkirina çareseriya siyasî hatin nîqaşkirin.
Her du aliyan bal kişand ser girîngiya bicihanîna peymana 29'ê Rêbendanê ya di navbera HSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ku gaveke bingehîn a rawestandina xwînrijandinê û paratina sivîlan e.
Di hevdîtinê de her du aliyan li ser pêwîstiya vegera ewle û bi rûmet a koçber û penaberan li deverên xwe, bidawîkirina dorpêça li ser bajarê Kobanî axivîn.
Her du aliyan got, her rêveçûneke destûrî ya serkeftî divê mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bihewîne û rêgeza hemwelatîbûna wekhev biparêze, pirrengiya neteweyî, olî û çandî nîşan bide.


