Diyarname
Kovara çand, huner û polîtîkayê Dilop ku du mehan carek derdikeve bi hejmra xwe ya 15'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Dilopê hejmara xwe ya tîrmeh û gelawêjê derxist. Di vê hejmarê de ligel akademîsyen Cuma Çîçek hevpeyvînek kirine. Çîçek li ser têkiliya rewşa sosyo-ekonomîk û bikaranîna zimanê kurdî axiviye û encamên lêkolîneke ku hatibû kirin nirxandiye.
Yek ji mijara girîng a di kovarê de jî meseleya kurdên Sovyetê ya serdema Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Di encama vî şerî de bi mîlyonan hemwelatiyên Yekîtiya Sovyetê can didin ku gelek kurdên Sovyetistanê jî, ji bo parastina Sovyetistanê beşdarî şer dibin. Akademîsyen Sedat Ulugana tesîra vî şerî ya li ser dengbêjiya kurdên Sovyetistanê bi kilaman girtiye dest. Ulugana bi sernavê "Dengbêjiya Kurdên Soveyetê û Şerê Cîhanê yê Duyemîn" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Eskerê Boyîk bi nivîsa "Dîroka elfabên kurdî li Ermenistanê" berê xwendevanan daye wê serdemê û parçeyeke din tarîxa alfabeyên kurdî yên li Sovyetistanê ronî kiriye.
Mesut Alp ku berê li ser yekem şerê biyolojîk nivîsîbû, di vê hejmarê de jî berê xwe daye jêrê Mêrdînê; Şerê Darayê ku wekî yekem şerê kîmyewî tê dîtin.
Lêkolîner Mehmet Bayrak li ser têkiliyên Îdrîsê Bedlisî û dewleta Osmaniyan sekiniye. Bayrak, bi belgeyan qala têkiliyên Bedlîsî yên ligel Osmaniyan dike û encamên van têkiliyan pêşkêşî xwendevanan dike. Ji nivîsên li ser dîrokê Fehîm Işik jî li ser Dr. Qasimlo nivîsiye. Işik, di 90 saliya Dr. Qasimlo de pirsa qatilên wî û hevalên wî dike.
Her wiha Recep Maraşli, Mihemed Ronahî, Fehîm Işik, Rohat Alakom, Sezai Sarioglu, Mecnur Laçin bi nivîsên xwe; Selîm Temo, Ralph Waldo Emerson û Suat Baran bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine. Ji bilî van Fewzî Bîlge jî bi tabloyeke xwe reng daye kovarê.
Ji bo têkilî:
twitter: @kovaradilop
instagram: kovaradilop
facebook: @kovaradilop
web: kovaradilop.net
e-mail: dilopdergisi@gmail.com