Stenbol
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê ji bo sersalê peyamek belav kir û got: “Sala nû bila bibe sala aştiyê, bila nebe sala şer.” Ocalan li ser bicihanîna Peymana 10'ê Adarê ya ku di navbera Serfermandarê HSD'ê Mazlum Abdi û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Şara de hatibû îmzekirin sekinî û ji bo Tirkiyeyê got ku dikare di vî warî de piştgiriyê bide.
DEM Partî peyama Ocalanî belav kir. Peyam bi sernavê “Sala Nû; Bila Nebe Sala Şer, Bila Bibe Sala Aştiyê” hatiye belavkirin Ocalan dibêje, “Em dikevin saleke nû. Em neçar in ku bînin bîra xwe; seranserî sedsala ku me derbas kir, êrîşên emperyalîst û nijadperest di nav hev de li pêş ketin û Rojhilata Navîn xistin nav şer û pevçûnên dijwar. Ev şer rê li ber hilweşandin û rûxandinên civakî vekir. Îro li herêmê mezhebperestiya ku pêk tê û hemû netewperestiya nijadî, hemû kokên xwe ji vê dîroka tije ya nêz û bi êş digire. Mixabin ku pergala hegomonîk, bi stratejiya 'dabeş bike, bi rê ve bibe û navtêdanê bike' bi awayên cuda tê berdewamkirin. Tam jî ji ber vê yekê tevî hemû zor û zehmetiyan, perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ku me li pêş xist tenê ne tercîhek e, bi awayekî neçariyek e, dîrokî ye ku li pêşberî me disekine. Heke ev perspektîf rast were famkirin û were nirxandin, dê pêşî li şer û pevçûnan bigire û li dijî vê yekê jî dê hemû netew bi awayek wekhev û jiyanek azad bi hev re bijîn. Heke yekîtiya gelan çêbibe dê ev bibe jehrkuja li dijî şer û pevçûnan. Serdema pêşiya me berpirsiyariyek me ya dîrokî û bingehîn heye; ev jî ew e ku em dikaribin pêşî li şer û pevçûnan bigirin û em ê li pêşiya encamên felaketî bigirin."
Ocalanî gotiye "Pirsgirêka Kurd di navenda van krîzan de cih digire. Çareseriya pirsgirêkê jî dikare bi aştiyek civakî û lihevkirinek demokratîk pêk were" û gotiye, "Pirsgirêk ne bi rêbazên pevçûn, şer, leşkerî û ewlekariyê lê dikare li ser zemînek demokratîk ku îradeya gelan esas ji xwe re digire were çareserkirin û bi vî awayî were destgirtin. Ev yek gelek girîng e."
Ocalan li ser Rojava û Sûriyeyê jî sekiniye û gotiye, "Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotik derketiye holê. Bi awayekî eşkere li benda çareseriyek demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûn e bidome û ev yek daxwaza wekhevî û azadiya kurd, ereb, elewî û hemû gelan bi hêz kiriye. Di navbera HSD'ê û rêveberiya Şamê de Peymana 10'ê Adarê hatibû îmzekirin, di çarçoveya vê peymanê de daxwazên ku tên ziman, modelek siyasî ya demokratîk e ku hemû gel ango netew bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî dikare bi rêveberiya navendî re muzakere bike û zemînek entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne. Bicihanîna Peymana 10'ê Adarê dê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de li pêş bixe."
Ocalanî di vî warî de ji bo Tirkiyeyê jî gotiye, "Tiştek girîng e Tirkiye di vê pêvajoyê de karê hêsankarî bigire ser xwe, avakar tevbigere û diyalogeke eşkere bigire ser milên xwe. Ev yek hem ji bo aştiya herêmî, hem ji bo aştiya navxweyî girîng e."
Ocalanî di dawiya peyama xwe de gotiye, "Hêvî dikim ku sala nû ji bo tevahiya gelê me aştî û jiyaneke birûmet bîne, heskirin û silavên xwe radigihînim."


