Diyarname
Li Tirkiyeyê û li Bakur bi destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê rebanga daxwaza perwerdehiya kurdî tê kirin. Saziyan banga perwerdehiya bi kurdî kir; Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî jî ligel dewletê daxwaz ji kolej û kreşên li bajarên kurdan kir ku kurdî jî bixin nav perwerdehiya pirzimanî.
Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî di daxuyaniya nivîskî ku belav kir de bal kişandiye ser zanîngehên ku kurdî lê tê xwendin, mamosteyên ku ji wir mezûn bûne û gotiye, "Mixabin Wezareta Perwerdehiyê salê 2-3 kesan ji van mamosteyan wezîfedar dike. Ligel ew qas mezûn û xwendekarên kurd yên li dibistanên seretayî û navendî, em vê hejmarê kêm dibînin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de hem mamoste hem jî xwendekar bigihîjin mafê xwe yê rewa."
Mamosteyan bang li berpirsiyarên li bajarên kurdan jî kiriye û gotiye, "Bi vê daxwazê ve girêdayî banga me li xwedî û berpirsên kolej û kreşên li bajarên bi piranî kurd lê dijîn e ku di mufredatên wan de dersên îngilîzî, erebî, fransî û hwd hene, lê kurdî tune ye. Daxwaza me ev e ku kurdî jî têxin nav perwerdehiya xwe ya pirzimanî."
Her wiha Însiyatifa Mamosteyên Kurdî bang li nûnerên saziyên siyasî û çandî, bang li ser rewşenbîrên kurd jî kir ku ji her demê bêtir xwedî li kurdî derkevin.


