Diyarname
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Durziyar li Lubnanê civiyan.
Cîgirê hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd serdana lêvegera bilind a Durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix kir. Civîn li daîreya Sayix ya li bajaroka Şaron a qezaya Alya ya Lubnanê çêbû.
Di civînê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed, siyasetmedarên Lubnanê Mahir Ebû Şeqra, Elaa El Sayix, Şêx Tewfîq El Sayix û Şêx Ekrem El Sayix amade bûn.
Li gor nûçeya ANHA'yê Çiya Kurd girîngî bi domandina têkiliyê bi hemû pêkhateyên Sûriye û Lubnanê re da û piştgiriya xwe ji şêniyên Siwêdayê re yên ku rastî êrişên hovane yên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatin, nîşan da.
Li hemberî wê, Şêx El Sayix jî girîngî bi xurtkirina têkiliyên Kurdî - Durzî da û sipasiya helwesta Rêveberiya Xweser kir.
Siyasetmedar Mahir Ebû Şeqra jî tecrûbeya Rêveberiya Xweser wekî nimûneya ku divê li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn, bi nav kir.
Girêdayî wê, Elaa El Sayix jî helwesta Rêveberiya Xweser silav kir û teqezî bi girîngiya sîstema demokratîk a nenavendî û pirreng da.


