ŞÊRZAD KEMANGER
Bi hatina rejîma Komara Îslamî ya Îranê re darvekirin û îdama girtiyên siyasî dest pê kir. Ji sala 1979'ê heya 1988'ê zêdetirî 15 hezar (bi fermî) mixalifên rejîmê hatin îdamkirin. Di sala 1988'an de heyetek ji alî Xumeynî ve hat avakirin ku ji 3 kes yek qazî, yek dozger û yek jî endamê îstîxbaratê pêk dihat û navê wê jî “Heyeta mirinê” bû. Di vê heyeta formalîte de 5 hezar girtiyên siyasî bê abûqat, bê dadgeheke adil di nav du mehan de hatin îdamkirin. Li wir tene sê pirs ji wan girtiyan dihat kirin; yekemîn: “Tu Milsilman î?”, duyemîn: “Tu nimêj dikî?”, sêyemîn: “Amedeyî partî fikrê xwe yê siyasî rexne bikî?” Zedetirî wan girtiyan ku derdiketin pêşberî heyetê cezayê wan ber bi xelasbûnê ve diçûn an jî çend sal mabû ku ceza wan temam bibe. Herçî ji wan girtiyan xwedî bîr û baweriya xwe derketiban, îdam dikirin.
Di nav desthilatdariya rejîmê de yek kes hebû ku dijberê bi vî rengî îdamê derdiket û wekî xalekî reş ji bo rejîmê dîdit, Ayetullah Hesen Alî Mûntezêrî bû ku digot bi adilane darizandin çêbe. Di belgekî ku kurê wî belav kir de dihat gotin, bi ser wan heyeta 3 kesî de diçe û ji wan re dibêje ku çi heqê wan heye ku wer dikin û ji Xumeynî re jî dibêje ev tişt wekî xalekî reş bi wan bimîne. Mûntezêrî piştî îtîraz û nêrînên xwe yên li dijê rejîmê di mala xwe de heya mirina xwe tê hepskirin. Aniha kurê wî ku bi xwe jî mela ye, kopya dengê vê demê ku bavê wî li gel 3 kesan diaxive, belav dike. Yanî rastiyekî derdixe ku her kes pê dizane, jixwe rayerdarên rejîmê jî gotin me ev tişt kiriye û em pê serbilind in. Herî dawî kurê Mûntezêrî jî hat darizandin û 21 sal cezayê hepsê dan. Xulasa di daxuyaniya rayedarên rejîmê de derket holê ku ne ku wekî xalekî reş dibînin, bileks pê serbilind in û dibêjin heger pêwîst be ew ê dîsa bikin. Di dema qaşo bi navê reform yanî Serokomariya Xatemî de gotin: “Belê şaş bû û em ji bîr bikin.” lê em niha dibînin ku hemû qatil û erkdarê vê demê aniha jî rayedarên dewletê ne û dîsa hikum dikin. Aniha jî girtiyên siyasî û xwedî baweriyên cuda îdam dikin.
Belgeya navborî ne yekane belge ye ku derketiye ser rûyê erdê. Gelek însanên din ên ji wan dadgehên formalîte filitîn an jî malbatên wan dikarin ji dadgeha navneteweyî yanî “trîbûnal”a ku li Ewropayê pêk tên, dengê wan însanan bigihînin dinyayê, her çend raya navneteweyî naxwaze vê rastiyê bibîne jî. Ya girîng ev e ku rexmê hemû îdam û zindanan ne malbata wan kesên ku hatin îdamkirin, rexistinekê bi navê “Xaweran” got: “Ne em ji bîr dikin û ne jî didin jibîrkirin.”
Di Kurdistanê de bi destpêka damezirandina rejîma Komara Îslamî ve qetlîama kurdan dest pê kir. Bi fetwaya Îmam Xûmeynî şerê cîhadê hat ragihandin ku li gorî wan Kurdistan ji kafiran pêk dikat. Li gel rejîmê keseke ji bo azadî şer bike an têbikoşe, kafir e.! Ji bo wê niha jî îdam, darvekirin û qetlîama kurdan berdewam e. Li zindanên Îranê piştî 20 salan yekemîn jinê têkoşer û azadîxwaza kurd Şîrîn Êlemhulî hat darvekirin. Dîsa jî heya niha heman zihniyeta desthilatdarî ku ji roja destpêkê heya niha li ser civakê ferz dike, dixwaze hakim bibe. Ji azadîxwazan re dibêje: “Dijminê Xwedê” yanî xwe kirine Xwedê û azadîxwazan jî dijberê Xwedê. Rejîm îdam ji bo xwe wekî hebûneke dibîne yanî hebûna xwe bi îdam, îşkence û zindanîkirinê ve girêdaye, ser vê esasê ji hemû netewe, bawerî û fikrên cuda dixe zindanan. Hin jî îdamkirina kurdan wekî karekî rojana ji bo xwe dibîne. Hin jî tecrube ji diktatorên herêmê negirtiye û di şopa wan de dimeşe.
Em jî ne ji bîr dikin û ne jî dibexşînin.
02.12.2016, Yenî Ozgur Polîtîka