Diyarname
Kovara Time'ê vê carê "Girls of the Year" keçên salên yê di navbera temen 12-17'an de hilbijartin. Di nav lîsteyê de 10 keçikên serketî hene.
Kovarê di warê muzîk, zanist û sporê de keçikên di vî temenî de yên ku bi xebata xwe derketine pêş hilbijartin û xistin nava lîsteyê.
Time'ê li ser vê wisa got, "Ev hewldan, jinên şikil didin pêşerojê û hêza xeyalên xwe pêk tînin pîroz dike."
Di nav lîsteyê de gelek jinên ciwan cih girtine. Stranbêja fransiz Zoe Clauzure bi strana xwe "Coeur" di sala 2023'yan de, di Pêşbaziya Stranan a Junior Eurovisionê de bi ser ketibû. Strana wê wekî sirûd a li hemberî zardoriyê bû. Saziya sivîl Non-Violence Projet di sala 2024'an de Clauzure kiribû Qasida Aştiyê ku bi vê yekê ew bûbû qasida herî ciwan. Stranbêja fransiz bi van xebatên xwe ketiye nava lîsteyê.
Ajokara meksîkî Ivanna Richards 17 salî ye. Ew xeyal dike ku rojekê di Formula 1'ê de ku mêr li vir serdest in bikeve pêşbaziyê. Richard ji bo vê yekê li Meksîkayê di pêşbaziyan de cih digire û di sala 2024'an de ew beşdarî ajotina ceribandî ya Şampiyoniya Akademî ya F1'ê bûbû. Richards bi vê ketiye lîsteyê.
Ji Almanyayê zanyara 12 salî Clara Proksch, ji Polonyayê zanyara 17 salî Kornelia Wieczorek, kaykaykara japon a 15 salî Coco Yoshizawa ku par li Olîmpiyana Parîsê madalyaya zêrîn girtibû jî di nav lîsteyê de ye. Di nav lîsteyê de ji Tirkiyeyê pîlot Defne Ozcan heye ku 17 salî ye û bi tena serê xwe dikare balafirê bifirîne.
TIME her sal lîsteya "Şexsiyetê/a Salê", "Lîsteya 100'î" amade dike.
TIM ji sala 2022'yan ve heta niha her sal di warên cüda de pênaseya Jina Salê dide hin jinan. Di nav lîsteya 2025'an de lîstikvan Nicola Kidman, jîmnastîkar Jordan Chiles, Gisele Pelicot a ji êrîşa cinsî rizgar bûbû heye.



