Amed
Li Amedê li navenda Kurdî Derê Xebata Atolyeyê ya hîndekariya zimanê kurdî ya ku di 27’ê sermaweza 2008’an de dest pê kiribû bi dawî bû. Di encama xebata atolyeyê de 10 xwendekarên ku bi ser ketin beşdarnameyên xwe girtin.
Di bin banê navenda Kurdî Derê de xebatên atolyeyê ya hîndekariya zimanê kurdî dewam dikin. Di nava van xebatan de koma asta navîn ya ku di 27’ê sermaweza 2008’an de dest pê kiribû bi encam bû. Ev koma xebata atolyeyê di çarçoveya mijarên wekî rewşa zimanê kurdî, rastvegotin, rastxwendin, rastnivîsîn, rêziman û ferhengê de hatibû lidarxistin. Beşdarên ku tevli vê xebatê bûn bi wergirtina beşdarnameyan re kêfxweşiyên xwe anîn ziman û hêvî daxwazên xwe diyar kirin.
Ji beşdaran Ahmet:
- Têgihiştin û kalibên zimanê kurdî û yên tirkî ne wekî hev in. Ji ber wê di vê xebata atolyeyê de her çi qas hinek zor gihîştibe me jî bi têgihîştina zimanê kurdî re ew zorî ji bo me bûn kêfxweşî.
Fatma:
- Me di xebata atolyeyê de têgihîştina zimanê kurdî û rêzimana kurdî hîn kir. Helbet ev baş bû, lê divê ku ev di vir de nemîne. Divê ku em bikaribin di jiyana rojane de li gorî van rê û rêçikên rêziman kurdiya xwe ya şîrîn û xweş biaxivin. Ji ber vê jî divê ku her kes tev li xebatên bi vî rengî bibe.
Şukriye:
- Êdî zimanê kurdî dê bi rêk û pêk ji nava çar dîwarên sazî û dezgehan, ji nava mamoste û pêwendîdarên zimanê kurdî derê û bikeve kolanan.
Fatîh û Talat jî anîn ziman ku di telefuzê de problem dijiyan lê bi vê xebatê hinek xwe pêş de birine û kêfa wan bêtir ji axaftina kurdî re hatiye.
Her wiha moderatorê atolyeyê Azad Zal jî bal kişand ser girîngiya bikaranîna zimanê kurdî ya kolanan û bazarê û daxwaza ji şêniyên Amedê kir ku tev li xebatên bi vî rengî bibin da ku kurdiya bi rêk û pêk li nava gel bela bibe.
Zal hêvî daxwazên xwe ji bo Kurdî Derê jî diyar kir ku zêdetir girîngiyê bide xebatên bi vî rengî û baştir organîze bike…
Bi dayîna beşdarnameyan koma xebatê belav bû.
Kurdî Der ji 2006’an vir ve xebatên atolyeyê dimeşîne. Di 2008’an de tevî saziyên sivîl yên baskî û katalanî re projeya gihandina mamosteyan li dar xist û bi qasî 2 sed berendamên mamostetiyê perwerde kir. Her wiha li herêmên kurdan yên din jî di bin banê Kurdî Derê de xebatên bi vî rengî hatin lidarxistin.
XEBATA ATOLYEYA HÎNDEKARIYA ZIMANÊ KURDÎ bi vî awayî bû:
• Mamoste: Azad ZAL
• Alîkar: Omer FÎDAN
• Dema Perwerdehiyê: 27.10.2008 – 20.01.2009
• Pergala Perwerdehiyê: Di hefteyê de du roj û rojê du saet. Duşem û Sêşem di navbera 16:00 – 19:00’an de.
Beşdar: 24
Yên ku bi ser ketin: 10
• Bernameya Perwerdehiyê:
Xwendin:
1- Roviyê bêduvik (Çîroka gelêrî, Berhevkar: Hogir Berbir)
2- Kî ker e, kî şêr e (Fabla kurdî, Berhevkirin û guncawkirin: Azad ZAL)
3- Gulê (Çîrok, Nivîskar: Nureddîn Usif (Nûredîn ZAZA)
4- Gul û Bulbul (Çîrok/Werger: Oscar WILDE/Mizgîn AYDIN)
5- Pîrê û dîk (Çîroka gelêrî: Berhevkar: Eslixan YILDIRIM)
6- Melayê Cizîrî (Biyografî, Amadekar: Azad ZAL)
Rêziman: Ziman, zimanên dinyayê, zimanê kurdî û zaravayên kurdî
Têgihiştina li ser ziman, felsefeya zimanê kurdî
Alfabe (Fonetik)
Bêjezanî (Morfolojî)
Bêje
Tofên peyvan (Cureyên peyvan)
Navdêr
Rengdêr
Cînav
Hoker
Lêker
Daçek
Gihanek
Baneşan
Hevoksazî (Sentaks)
Ravek
Hevok
Serbest: Di navberê de li ser axaftin, vegotin, vekîte û ferhengê hate sekinandin û carina lîstikên ku ferhengê xurt bikin hatin lîstin. Wekî spartek amadekirina nivîsekî hate xwestin.