Diyarname
Di çarçoveya bi rêya aştî û demokrasiyê çareserkirina pirsgirêka kurd li Meclisa Tirkiyeyê komîsyoneke hate avakirin. Îro endamên komîsyonê pêşî navê ku dê li komîsyonê bikin nîqaş kirin û biryar dan, "Komîsyona Demokrasî, Biratî û Piştgiriya Milî".
MHP'ê berê pêşniyara navê "Komîsyona Piştgirî û Yekîtiya Milî" kiribû, DEM Partî bi taybetî dixwest peyvên wekî "aştî" û "demokrasî" di navê komîsyonê de hebin.
Endamê komîsyonê îro civîna yekê li dar xistin û biryara nav dan. Wê navê komîsyonê "Komîsyona Demokrasî, Biratî û Piştgiriya Milî" be.
Komîsyon rojên pêş dê bêne ba hev û li ser çareseriya pirsgirêkê biryarê bidin. Komîsyon ji endamên hemû partiyên li Meclisa Tirkiyeyê hene pêk tên. Ji van Îyî Partî tenê endam nedaye komîsyonê.
Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di destpêkirina komîsyonê de axivî û got, "Ev pêvajo meseleya hebûna pêroja kurdan jî tirkan jî eleqedar dike."
Kurtulmuş got ku komisyon dê zelal, eşkere û li ser pirdengiyê bixebite, hedef aştî û biratî ye.


