Diyarname
Helbestvan Îlhan Samî Çomak piştî 30 salên girtîmayînê par hat berdan. Niha ligel wî dê sohbetek li dar bikeve.
Chalak Events di bernameyê xwe yên "Sohbeta Çayê" de vê carê Îlhan Samî Çomakî dike mêvan. Çomak dê di bin sernavê “Ware Qedexe: Helbesta Kurdî û Bezandina Dîwaran” biaxive.
Bernameya ku moderatoriya wê dê Rêbîn Ozmen bike, 9'ê adarê saet 20.00'an de li Ninova Cafeyê dest pê dike.
Piştî bernameyê Îlhan Samî Çomak dê pirtûka xwe ya “Çiyayê Girtî” ku ji weşanên Darayê derketibû îmze bike.


