Diyarname
9'ê mehê roja xatirxwestina hunermendê mezin Mihemed Şêxo bû. Hunermend Yeqîn H. albumek bi navê "Nehberk" derxist ku têde stranên ku Mihemed Şêxo xwendine ji nû ve xwendin û pêşkêşî muzîkhezên kurd kir. Di albumê de stranên wekî Nesrîn, Mixabin, Hey Can, Gewrê, Ciwan î, Şikrayê, Were Were, Eman Dilo û Şêrînê Nûgîhayê hene.
Niha ji bo bîranîna hunermendê mezin Mihemed Şêxo, ji bo agahdarkirina albuma "Nehberk", em stranek, strana bi navê "Nesrîn" jê hildibijêrin û wekî klîba hefteyê pêşkêşî we dikin.
Strana Nesrîn gotinên wê aîdê gorbihuşt Xelef Zêbarî ne û Mihemed Şêxo ew bi awazê xwe jîndar kiribû. Niha jî Yeqîn H. ew xwend û ji nû ve derxist ser dikê.
Fermo "Nesrîn".
- NEHBERK - YEQÎN H.