Diyarname
Ev mehek e hêzên girêdayî Tirkiyeyê yên bi navê SMO (Artêşa Milî ya Sûriyeyê) êrîşê Bendava Tişrînê dikin. Li hemberî vê hêzên HSD'ê jî ber xwe didin. Îro bi hezaran kesên sivîl çû ser Bendava Tişrînê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bang kiribû ku gelê sivîl here serdana bendavê. Îro ji kantonên Reqa, Tebqa, Cizîr û Firatê bi hezaran kes ber bi bendavê ve ketin rê. Gelê sivîl bi erebe û bi peyatî gihîştin bendavê û li ser bendavê meşiyan, piştgiriya xwe ya ji bo hêzên HSD'ê nîşan dan.
Li aliyê din HSD'ê ragihand ku di dema çûyînê de balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê bombe bi ser gelê sivîl de barandiye, hin birîndar hene.
5 KES HATIN KUŞTIN
Dema gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçû balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê bombe bi ser konvoya gelê sivîl de barand. Li gor ANHA'yê 5 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûne.


