Paris
Li paytexta Fransa Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hin kesên nasname nediyar ketin hundurê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gare du Nord a li Parîsê û êrîş pêk anîn.
Di encama êrîşê de yek ji avakarên PKK'ê, siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan.
Hate gotin ku di êrîşê de çekên denghatine birîn hatine bikaranîn. Tê diyarkirin ku gule li serê Cansiz û Dogan, û li zikê Soylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.
Saeta êrîşê tam nayê zanîn. Nûçegihana rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Selma Akkaya ragihand ku gava hevalên Fîdan Dogan bi saetan tu agahî jê negirtine, hatine ber deriyê avahiya buroyê û saet di 01.00 de li wir xwîn dîtine û derî şikandine, bi vî awayî ketine hundir.
Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) Mehmet Uler jî got: “Yek du heval li ber derî xwîn dibînin. Derî dişkînin û dibînin ku 3 jin hatine înfazkirin."
Ulker destnîşan kir ku buro li cihek qelebalix a bajêr e û got ku dibe ev komkujî 9’ê rêbendanê di navbera saet 18.00-19.00 de pêk hatibe. Ulker da zanîn ku ev êrîş gelek bi profesyonelî hatiye kirin.